CHPyê li ser hevdîtina Ocalan û DEM Partiyê daxuyanî da

29-12-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Abdullah Ocalan CHP Ozgur Ozel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPyê Ozgur Ozel li ser hevdîtina Ocalan û DEM Partiyê got, “Divê pêvajo li parlementoyê bê meşandin û hesasiyetên malbatên şehîdan jî li ber çavan bên girtin.”

Şandeya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk hatibû 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an çûbûn serdana Îmraliyê û li gel Rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan civiya bûn.

Karvedanên hevdîtina Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan a bi Abdullah Ocalan re berdewam dikin.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel derbarê vê yekê de ji ANKAyê re axivî û got:

“Em ji bo hevdîtina Partiya DEMê amade ne û em dê piştî bidestxistina hûrgiliyên derbarê pêvajoyê nirxandinê xwe bi raya giştî re parve bikin.”

“Cihê çareseriyê parlamento ye”

Ozgur Ozel diyar kir ku wan her tim gotiye cihê çareseriyê parlamentoya Tirkiyeyê ye û got:

 “Divê pêvajo bi rêya parlementoyê bê meşandin û hesasiyetên malbatên şehîdan jî li ber çavan bên girtin.”

“Şehîd ji bo me girîng in”

Ozel da zanîn ku wî  daxuyaniya Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder a piştî hevdîtina bi Ocalan re xwendiye û wiha domand:

“Wan got ku ew dê wekî partiyên din daxwaza hevdîtinê ji me jî bikin.

Deriyê me ji tevahî partiyan re ji bo diyalogê vekiriye û em tevahî rêyên danûstandinê vekirî dihêlin.

Rêzgirtina ji bo hesasiyeta malbatên şehîdan ji bo me jî gelekî girîng e û pîveneke sereke ye.

Em rûzanan di vê çarçoveyê de dişopînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst