Di 5 salan de 2,2 milyon kesan ji Stenbolê koç kiriye

22-10-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Koç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên TUIKê, di 5 salên dawî de 2,2 milyon kesan ji Stenbolê koçî bajarên din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kiriye.

Piraniya wan bi armanca “jiyaneke baştir” koç kiriye.

Li Tirkiyê piştî enflasyon gihişte asta herî bilind a 20 salên dawî debara xelkê jî zehmet bû.

Li Stenbolê li gel zêdebûne hejmara koçber û biyaniyan kirêya xaniyan gelekî zêde bû.

Herçiqas'i gelek kes ji bo jiyaneke baştir û derfetên kar berê xwe didin Stenbolê jî lê hejmara kesên ji Stenbolê koç dikin ji yê ku diçin bajêr zêdetir e.

Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ji destpêka sala 2018an heta dawiya sala 2022yan di 5 salan de 2 milyon û 182 hezar kesan ji Stenbolê koç kiriye.

Sala 2018an 596 hezar kesan, sala 2019an 378 hezar kesan û sala 2022yan 418 hezar kesan ji Stenbolê koç kiriye.

Piraniya koçan ji ber şertên endamên malbatê û jiyaneke baştir wekî xaniyekî baş û şertên jiyanê bûne.

Ji sedî 22,8ê kesên koç kiriye ji ber “şertên endamekî malbata xwe” û ji sedî 22,1ê wan bi armanca “xaniyekî baş û şertên jiyanê” koç kiriye.

Di 5 salên dawî de 462 hezar kesan bi armanca jiyaneke baştir ji Stenbolê koç kiriye.

Berovajî kesên ji Stenbolê koç kiriye di 5 salên dawî de milyonek û 983 hezar kesan jî ji bajarên din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê koçî Stenbolê kiriye.

Sala 2022yan ji Stenbolê li beramber kesên koçî bajêr kiriye 33 hezar kesan zêdetir koçî bajarên din kiriye.

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 28 hezar û 519 û li Rihaya Bakurê Kurdistanê 22 hezar 616 kesan zêdetir koç kiriye.

Li gorî amarên Serokatiya Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê ku 12ê Çiriya Pêşîn a 2023yan belav kirine, li Stenbolê 532 hezar Sûriyeyî hene.

Herwiha hejmara niştecihên Stenbolê gihiştiye 16 milyon û 440 hezar kesan.

Li aliyê din li Stenbolê 576 hezar welatiyên biyanî jî bi “destûra niştecîbûnê” dimînin.

Di nav van hejmaran de Sûriyeyiyên ku “di bin parastina demkî de” nînin.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Bugra Gokçe ragihand ku li gor amarên îdareya avê ya şaredariyê li Stenbolê nêzîkî 2,5 milyon biyanî dijîn.

Bugra Gokçe diyar kir li Stenbolê kirêya xaniyekî kêm zêde 13 hezar û 300 lîre ye.

Di demekê de ku mûçeyê kêmane 11 hezar û 400 lîre ye.

Li gorî Rapora Barometreya Stenbolê ku di navbera 27ê Îlon û 12 Çiriya Pêşîn a 2023yan de bi beşdariya 623 kesan hatiye amadekirin li Stenbolê pirsgirêka herî mezin a malbatan aborî ye.

Ji sedî 65ê beşdaran gotiye “Li mala me herî zêde pirsgirêkên aborî” tên axavtin.

Herwiha li gorî beşdaran pirsgirêkên herî mezin ên Stenbolê koçber, aborî û trafîk in.

Ji sedî 52ê beşdaran gotiye pirsgirêka herî mezin a Stenbolê koçber in, ji sedî 50î gotiye aborî ye û ji sedî 45an gotiye trafîk e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst