Karkerên Kurd: Em li Stenbolê rojekê nexebitin wê rojê birçî ne

02-06-2024
Omer Sonmez
Kesên derfet dibînin ji Stenbolê koç dikin
Kesên derfet dibînin ji Stenbolê koç dikin
Nîşan Stenbol Karker Koç
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Stenbol bi nifûsa xwe ya 16 milyonî li Tirkiyeyê bajarê herî qelebalix e û ji aliyê aboriyê ve jî bajarê herî girîng e.

Bi milyonan kes, ji ber derfetên kar ji bajarên xwe berê xwe daye Stenbolê.

Lê di salên dawî de ji ber bihabûna zêde debara xelkê her diçe zehmettir dibe.

Di ser de jî qelebalixî û tirsa erdhejê, êdî dibin sedem ku xelk dixwazin ji Stenbolê koçê bajarekî din bike.

2 karkerên Kurd ku bi salên dirêj in li Stenbolê dixebitin dibêje, jiyana li Stenbolê her diçe biha dibe û barê li ser pişta karker û kedkaran girantir dibe.

Bi gotina wan eger derfeta kar li bajarên xwe bibînin ew dixwazin vegerin welatê xwe.

Li gorî amarên fermî, di 5 salên dawî de 2 milyon û 200 hezar kesî ji Stenbolê koçî bajarên din kiriye.

Huseyin Yavuzê Rihayî, 50 salî ye û ev 21 sal in ku ji ber şertên aboriyê ji welatê xwe berê xwe daye Stenbolê.

Huseyin, li otogara Esenlera Stenbolê bi karê hemaliyê debara malbata xwe ya 5 kesî dike.

Barê xelkê bi vê erebokê dibe û tîne lê Huseyin ji ber kirê û bihabûna zêde dixwaze ji Stenbolê koç bike.

“Ji ber ku li memleket kar tunebû em hatin vir”

Kedkarê Kurd Huseyin Yavuz ji Rûdawê re got:

“Ez di sala 2003yan de ji Rihayê hatim Stenbolê. Ev 21 sal in ez vî îşê dikim.

Em li Stenbolê rojek nexebitin dotina rojê birçî ne. Ji ber ku li memleket kar tunebû em hatin vir.

Niha li vir êdî kirêya xaniyan bûye 15-20 hezar lîre. Elektrîk, av, heqê rê hemû mesref in.”

Yusuf Bayram jî li loqenteyê hostayê lehmecûnê ye.

Ew jî wekî bi mîlyonan kesî ji bo debara xwe bike li Stenbolê di karên cuda de xebitiye.

“Jiyana li Stenbolê her diçe biha dibe”

Yusuf diyar kir ku her çiqas derfetên kar li Stenbolê zêde be jî jiyana li Stenbolê her diçe biha dibe û barê li ser pişta karker û kedkaran girantir dibe.

Kedkarê Kurd Yusuf Bayram got:

“Ev 33 sal in ez li Stenbolê me. Dema ez piçûk bûm em hatin Stenbolê.

Ji ber ku li memleket febrîqe tunebû, kar zêde tunebû. Wê demê li Stenbolê kar zêde bû, pere hebû.

Niha karê me hêsan nîne. Em ji mecbûrî dixebitin.

Lewra lazim e em debara mala xwe bikin.”

Stenbol êdî bûye bajarekî ku xelk dixwaze jê koç bike

Stenbola ku ji berê ve wek “ax û kevirê wê zêrîn” e dihat pênasekirin û ji bo mîlyonan mirovên ku li bajarên Kurdan û Anatolyayê dijîn dibû stargeh, di salên dawî de ji ber bihabûna zêde, qelebalixî û tirsa erdhejê êdî bûye bajarekî ku xelk dixwaze jê koç bike.

Nifûsa Stenbolê 15 milyon û 655 hezar e.

Li gorî amarên fermî a TUIKê, bes di sala 2023yan de 252 hezar û 27 kes, di 5 salên dawî de jî 2 milyon û 200 hezar kes ji Stenbolê koçî bajarên din kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst