Li Îzmîrê girêdayî agirê daristanê kesek hat desteserkirin

22-07-2023
RÛDAW
Nîşan Îzmîr Şewata Daristanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çeşme ya Îzmîrê ya Tirkiyê agirê daristanê ku ji şeva borî ve berdewam bû îro hat kontrolkirin.

Duh li navçeya Çeşme ya Îzmîrê agir bi daristanê ketibû û Rêveberiya Daristanê ya Herêmê ser bi Serokatiya Daîreya Şaredariya Îzmîrê bi 12 makîneyên avê, 4 tankên avê, 3 makîneyên kar û 5 tîmên bejayî midexaleyî agir kirin. Hat ragihandin ku îro agir hatiye kontrolkirin.

Li gor zanyariyan bi gumana ku agir bi daristanê xistiye kesek ji aliyê Rêveberiya Emnî ya bajêr ve hatiye desteserkirin û karûbarên yasayî yên derbarê wî kesî de berdewam in.

Li gel destpêkirina demsala havînê li çend parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê rojane agir bi daristanan dikeve û di encam de heta niha zerareke zêde ya madî çêbûye. Herwiha hişyarî tên dayîn ku divê welatî li gor rênimayiyên hatine diyarkirin tev bigerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst