Li Îzmîrê agirê daristanan berdewam e

30-06-2024
RÛDAW
Nîşan Îzmîr Agir Daristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyêyê agirê ku bi daristanan ketiye berdewam e.

Li bajarê Îzmîrê navçeyên wê li 16 cihên cûda agir bi daristanan ket.

Tîmên vemirandina agir bi 11 balafir, 27 helîkopter, 171 otomobîlên agirvemirandinê û 972 karmendan ji bo vemirandina agir xebat da destpêkirin.

Kar û xebat heta derengê şeva borî berdewam bûn û li 11 cihan agir hat kontrolkirin û li 5 cihên din berdewam in.

Herwiha metirsiya agir berdewam e û hinek ji cihên niştecihbûnê û otêl hatine valakirin.

Li aliyê din, agirê ku bi daristanên navçeyên Çeşme, Menderes, Menemen, Selçuk û Torbaliyê ketiye berdewam e û kar û xebatên vemirandina agir didomin.

Şeva borî heta sibehê sê helîkopterên şevbîn li ser xebatên vemirandina agir berdewam bûn.

Tîman serê sibeha îro careke din ji bo vemirandina agirê daristanan dest bi xebatan kir.

Li devera Karacadagê ya Menderesê hinek xanî û malên welatiyan ji ber mestirsiya agir hatin valakirin.

48 karmendên agirvemirandinê bi 207 otomobîl û 5 helîkopteran ji bejahî û hewayê ve hewil didin agir kontrol bikin.

Otêl hatin valakirin

Ji ber ba agir gihişt daristanên navçeya Kuşadasiyê ya bajarê Aydinê jî ku navçeyeke geştiyarî ye.

Du hotelên li Taxa Bayrakliyê hatin valakirin. Geştiyarên ku li wan otêlan diman ji bo deverên din hatin şandin.

Stargeheke ajelan a Şaredariya Selçukê ya Îzmîrê jî hat valakirin û ajelên tê de birin stargehên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê.

Ji bejahî û hewayê ve tîm hewil didin agiran kontrol bikin.

Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli ragigand ku di agir de ti zereke canî nebûye û ti mal an jî tesîsek neşewitiye.

Yumakli da zanîn ku roja Şemiyê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 30 ji wan ji derveyî daristanan û 14 ji wan li nav daristanan bi giştî 44 bûyerên agir çêbûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst