Parlamentera DEM Partiyê: AKP û MHP Kurdî wekî amûrê hilbijartinan bi kar tînin

22-02-2024
Zînê Cahîde Akgul
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş
Nîşan DEM Partî AKP MHP Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Roj bi roj kar û xebatên hilbijartinên 31ê Adarê germ û gurtir dibin.

AK Partî di propagandaya hilbijartinan de zimanê Kurdî bi kar tîne û îdia dike ku ti astengî li pêşiya zimanê Kurdî nînin.

Parlamenterê AK Partî yê Şirnexê Arslan Tatar bi zimanê Kurdî ji bo berbijêrê Şaredariya Şirnexê yê partiya xwe Mehmet Yarka, ji xelkê daxwaza dengan kir.

Ligel vê yekê li Parlamentoya Tirkiyeyê astengkirina axaftina bi zimanê Kurdî berdewam e.

Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneşê li parlamentoyê xwest 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanî bi zimanê Kurdî pîroz bike lê mîkrofona wê hat girtin.

Serokwekîlê parlamentoyê yê ku ji Partiya Tevgera Netewperest (MHP) e got divê her kes bi Tirkî biaxive û eger nebe mîkrofon bixwe tê girtin.

“Bijî berxwedana ziman”

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneşê anî ziman:

“Ji ber ku we mafê min ê axaftinê asteng kir, ez berdewam nakim lê dikarim eşkere bêjim, bêyî ku ne erka we ye hûn mafê min asteng dikin.

Bi sed salan e we dest daniye ser mafê gelê Kurd û gelên din. Di Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî de me careke din qedexeya ser zimanê Kurdî dît.

Desthilata AKP û MHPyê tenê di dema hilbijartinan de dizane zimanê Kurdî wekî amûrekî bi kar bîne û dengan bixwaze.

Hûn jî bizanibin ku em ti carî dest ji axaftin û parastina Kurdî û parastina azadiya zimanên din bernadin. Bijî berxwedana ziman.”

Di hilbijartinên 31ê Adarê de bi taybetî li bajarê mezin dengên Kurdan yekalîker e û AK Partî û CHP jî propagandaya xwe li ser vê yekê dikin.

Bi taybetî di demên dawî de rojeveke sereke ya Kurdan astengiyên li pêşiya zimanê dayîkê ye û DEM Partî daxwaz dike ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst