Pêşniyara Kurdî ji aliyê MHP û AK Partiyê ve hat redkirin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kurdî DEM Partî AK Partî MHP Balafir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşniyara DEM Partiyê ya ji bo di balafiran de bi kar anîna zimanê Kurdî ji aliyê AK Partî û MHPê ve hat redkirin.

Li Komîsyona Budçeyê ya Parlamentoya Tirkiyê gotûbêjên li ser budçeya wezaretan a sala 2025an berdewam in.

Doh di rojeve Komîsyona Budceyê de budceya Wezareta Veguhestin û Jêrxanê hebû.

Di hevdîtinan de 4 pêşniyarên DEM Partiyê bi dengên MHP û AK Partiyê hatin redkirin.

DEM Partiyê ji bo ku kompanyayên esmanî bikaribin xizmetguzariyên xwe bi Kurdî pêşkêş bikin û karmendên bi Kurdî dizanin wergrin pêşniyarek pêşkêşî Komîsyona Budçeyê kir.

"Bila Kurdî bê bikaranîn û karmendên Kurdîzan bên wergirtin"

DEM Partiyê di pêşniyarnameyê de got, "Rêwiyên ku bi Tirkî nizanin, nikarin ji xizmetên di balafirê de sûdê wergrin.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê divê di dema geşt û pêşkêşkirina xizmetan, di ragihandinên di nav balafirê de û pêwendiya li gel rêwiyan de Kurdî bê bikaranîn û karmendên bi Kurdî dizanin bên wergirtin."

DEM Partiyê di pêşniyarnameyê de daxwaz kir ku ji bo xerciyên ve xizmetê budçeya Wezareta Veguhestin û Jêrxanê 2 milyar lîre bê zêdekirin ku dike nêzîka 60 milyon dolar.

Pêşniyara DEM Partiyê bi dengên parlamenterên AK Partî û MHPyê hat redkirin.

Her wiha 3 pêşniyarên din ên DEM Partiyê hatin redkirin ku yek ji wan ji malan re dabînkirina înterneta belaş bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst