Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Boluyê ya Tirkiyeyê li otelekê şewat derket, herî kêm 10 kes mirine û 32 birîndar hene.
Şewat îro derdora saet 03:30î li oteleke Navenda Kaşûnê ya Kartalkayayê derketiye.
Heta niha sedema şewatê diyar nebûye û agir di demeke kurt de li otelê belav bû.
Ji navenda bajêr, navçe û parêzgehên derdorê gelek tîmên agirvemirandinê, AFAD, UMKE û tîmên tenduristiyê û her wiha helîkopterek çûn cihê şewatê.
Mêvan ji jûran hatin derxistin û xebatên tîman ên ji bo vemirandina êgir berdewam dikin.
Parêzgarê Boluyê Abdulazîz Aydin ragihandibû ku şewatê derdora demjimêr 03:30î li tebeqa xwaringehê dest pê kiriye û gotibû:
"Niha 3 mirî û 11 birîndarên me hene. 2yan ji miriyan ji ber panîkê xwe avêtiye û mirine.
Yek ji wan xebatkarê otelê û yê din jî mêvan e.
Em ji bo tesbîtkirina kesê sêyem dixebitin.
Midaxeleya ji bo vemirandina agir berdewam dike."
Hejmara miriyan bû 10
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand ku hejmara miriyan bûye 10 û 32 birîndar hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse