Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ragihand ku derbarê agirê otela bajarê Boluyê yê Tirkiyeyê de 4 kes hatine desteserkirin. Di wî agirî de 66 kesan canê xwe ji dest dane û 51 kes birîndar in.
Li parêzgeha Boluyê ya Tirkiyeyê li Navenda Kaşûnê ya Kartalkayayê ya li Çiyayê Korogluyê îro derdora saet 03:30î agir bi oteleke geştiyariyê ya zivistanê ket.
Ji navenda bajêr, navçe û parêzgehên derdorê gelek tîmên agirvemirandinê, AFAD, UMKE û tîmên tenduristiyê û her wiha helîkopterek çûn cihê şewatê.
Her wiha şewat piştî 10 saetan temirandin.
66 kes mirin û 51 kes jî birîndar bûn
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglu, Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Akîf Ersoy û Serokê AFADê Oktay Memîş jî çûn herêmê.
Alî Yerlîkaya ragihand ku ji ber şewatê 66 kes mirin û 51 kes jî birîndar bûn.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Li gorî lêkolînên destpêkê agir ji beşa xwaringehê destpêkiriye û li tevahiya hotêlê belav bûye.
4 kes hatin desteserkirin
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wan ji bo lêkolînkirina li ser bûyerê 6 dozger erkdar kirine û di encama lêpirsînê de 4 kes hatine destserkirin.
Tunç her wiha da zanîn ku şandeyeke pispor a ku ji 5 kesan pêk tê jî li ser sedemên derketina agir lêkolînan dikin û got:
"Lêkolînên wan berdewam in û xebatên destnîşankirina xemsaran berdewam in. Hemû aliyên lêpirsînê bi baldarî û hestiyarî tên birêvebirin”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse