Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke gelekî mezin derket.
Li navbera Çinar û Çemrexê agir bi firêzeyan ket û di demeke gelekî kurt de belav bû.
Parêzgarê Amedê Alî Îhsan Su ragihandibû ku 3 mirî û 5 birîndar hene.
Li gorî agahiyên herî nû, di şewatê de 4 kesan canê xwe ji dest daye û 28 birîndar hene.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastine nexweşxaneyên li Amed û Rihayê.
Agir hat kontrolkirin
Parêzgarê Amedê Alî Îhsan Su da zanîn ku agir hatiye kontrolkirin û xebatên sarkirinê berdewam dikin.
Di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke gelekî mezin derket#Amed #Şemrex #mazıdağı #Çinar pic.twitter.com/0FZjl4XIcc
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 21, 2024
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse