Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di şewata li Boluyê de 66 kes mirin û 51 kes jî birîndar bûn.
Li parêzgeha Boluyê ya Tirkiyeyê li Navenda Kaşûnê ya Kartalkayayê îro derdora saet 03:30î şewat derket.
Heta niha sedema şewatê diyar nebûye û agir di demeke kurt de li otelê belav bû.
Ji navenda bajêr, navçe û parêzgehên derdorê gelek tîmên agirvemirandinê, AFAD, UMKE û tîmên tenduristiyê û her wiha helîkopterek çûn cihê şewatê.
Şewat piştî 10 saetan temirandin.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglu, Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Akîf Ersoy û Serokê AFADê Oktay Memîş jî çûn herêmê.
Alî Yerlîkaya ragihand ku ji ber şewatê 66 kes mirin û 51 kes jî birîndar bûn.
Otel 12 qatî ye û herî zêde qatên jorê şewitîn.
Hat dîtin ku hin kesên di otelê da diman, dema şewatê çarşef bi hev ve girê dan û ji paceyan re daliqandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse