Nebûna xizmetguzariya bi Kurdî bû sedema nîqaşan

17-12-2023
RÛDAW
Fahrettîn Koca û Omer Farûk Gergerlîoglu /Wêne: AA
Fahrettîn Koca û Omer Farûk Gergerlîoglu /Wêne: AA
Nîşan Kurdî Parlamentoya Tirkiyeyê Omer Farûk Gergerlîoglu Fahrettîn Koca
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Tirkiyeyê bûdceya Wezareta Tendirustî ya sala 2024an pesend kir.

Nebûna xizmetguzariya bi zimanê Kurdî li nexweşxaneyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yek ji wan mijaran bû ku axaftin li serê hat kirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê 5 zimanên cuda li sîstema "e-Reçetem"ê zêde kirin lê cih neda Kurdî.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca pêştir ragihandibû ku li pergala e-Reçetemê 5 ziman hatine zêdekirin.

Koca da zanîn ku zimanên Îngilîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Rûsî li sîstema e-Reçetemê hatine zêdekirin.

Nebûna Kurdî ya di sîstema e-Reçetemê de bû sedema nerazîbûnan.

“Çima pêşniyara wergerê Kurdî ya ji bo nexweşxaneyan hat redkirin”

Parlamenterê Dem Partiyê Omer Farûk Gergerlioglu got, "Min wek bijîşkekî Tirk li gundên Kurdnişîn kar kiriye.

Li gunekî Îdirê li Batmanê. Min bi zehmetî ji jineke bi temen a Kurd fam dikir, ji ber ku bi Kurdî diaxivî.

Me wekî partiyê pêşniyar kir ku wergêrê Kurdî ji bo nexweşxaneyan veqetînin lê hat redkirin.

Çima red dikin? Nîvê destnîşankirina nexweşiyekê famkirin û guhdana li nexweşekî ye.

Eger guh li nexweş neyê girtin, destnîşankirina nexweşiyê bi netemamî dimîne."

“Parlemantarên Kurd ên nav AK Partiyê, çima yek ji we nayê pêş?”

Gergerlioglu berê xwe da parlamentarên Kurd ên nav AK Partiyê û rexne li wan girt.

Omer Farûk Gergerlioglu wiha pê de çû, "Ez wekî bijîşk û parlamentarekî Tirk gelekî ji vê yekê ne rehetim.

Ji parlamantarên Kurd ên nav AK Partiyê dipirsim: Gelo ev yek bi ti awayî we nerehet nake?

Ji we dipirsim, çima yek ji we nayê pêş û nabêje serokê min, tiştekî wiha çawa dibe? Çima hûn vê yekê nabêjin?"

Di sîstema reçeteye elektronîk de cih nedan Kurdî

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê di Tebaxa îsal de, li gel zimanê Tirkî pênc zimanên din li sîstema reçeteye elektronîk zêde kirin, di nav wan de zimanê Kurdî nîne.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca tekez dike ku ji bo welatiyên Tirkiyeyê tenê bi Tirkî ew xizmetguzarî tê pêşkêş kirin.

“Ji bo welatiyan tenê bi Tirkî reçete tê nivîsandin”

Fahrettin Koca got, “Bikaranîna reşeteya sîstema elektronîk sîstemeke ku jiyana me asan kiriye.

Berê jî min gotiye. Ew sîstem ji bo welatiyên me nehatiye danîn.

Ev mijar di çarçoveya geştyariya tenduristiyê de hatiye organîzekirin.

Ji bo welatiyên me yên Tirkiyeyê tenê bi Tirkî reçete tê nivîsandin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdeyî 20 milyon Kurd dijîn û Tirkî take zimanê fermi ye.

Ew welatiyên Kurd ên li Tirkiyeyê dijîn û Tirkî nizanin, li navendên fermi û navendên pêwendiyan ku xizmetguzariya bilez pêşkêş xelkê tê kirin, ji ber nebûna wergêr û bijardeya Kurdî, nikarin bi zimanê dayîkê behsa pirsgirêk û pêdiviyên xwe bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst