Qedexeya li ser Kurdî didome: Ji bo Ocalan girtename hat amadekirin!

03-10-2023
RÛDAW
Nîşan Omer Ocalan Abdullah Ocalan Kurdî Parlamentoya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Tirkiyeyê ji ber daxuyaniya çapemeniyê ya bi zimanê  Kurdî ji bo Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) Omer Ocalan girtename hat amadekirin.

Ocalan piştî vê yekê li ser hesabê xwe ya medyaya civakî got, "Jiyan jî siyaset jî bi Kurdî xweş e.”

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) ê Rihayê Omer Ocalan doh ji bo balê bikişîne ser rewşa girtîgehê ya rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan ku ev zêdetirî 30 meh in hevdîtin pê re nayên kirin li Parlamentoya Tirkiyeyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Omer Ocalan daxuyaniya xwe ya 13 deqeyî bi Kurdî da.

Buroya Ragihandinê ya Parlamentoya Tirkiyeyê bi hinceta ku daxuyaniya çapemeniyê ji bilî Tirkî bi Kurdî daye derbarê wî parlamenterê YSPyê de girtename amade kir.

"Jiyan jî siyaset jî bi Kurdî xweş e"

Omer Ocalan piştî daxuyaniya çapemeniyê got, “Ez neçar im vê axaftinê bi Kurdî bikim.”

Herwiha piştî vê helwesta Buroya Ragihandinê ya Parlamentoya Tirkiyeyê ya li dijî Kurdî jî  li ser hesaba xwe ya medyaya civakî Xê jî  peyamek belav kir û got, “Jiyan jî siyaset jî bi Kurdî xweş e.”

Li aliyê din 29ê Îlonê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji ber gotinên derbarê Kurdistan û Abdullah Ocalan de li dijî Parlamenterê YSPyê Omer Ocalan lêpirsîn dabû destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst