Li Parlamentoya Tirkiyeyê berhemên Îsraîlê hatin boykotkirin

07-11-2023
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Tirkiyeyê ÎSraîl Boykot
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Tirkiyeyê êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê bi "menuya xwe" protesto kir.

Li gorî agahiyan, berhemên wekî Nescafe û Coca Cola ji menûyê hatin rakirin.

Çayxaneyan der barê vê rewşê de gotin, "Li ser biryara serokatiyê, berhemên marqeyên ku piştgiriyê didin Îsraîlê ji menuyê hatin derxistin."

Şerê Îsraîl û Hamasê di roja 32emîn de berdewam dike. Her ku diçe encamên şerê li Xezeyê girantir dibe.

Komkojiyên li Xezeyê li gelek deverên cîhanê û Tirkiyeyê bi çalakiyan hat şermezarkirin.

Li aliyê din Parlamentoya Tirkiyeyê bi boykotkirina berhemên Îsraîl re tevlî çalakiyan bû.

Li gorî agahiyên nûçegihanê T24ê Eray Gorgulu, Xebatkarên Parlamentoya Tirkiyeyê dema xwestin vexwarinê bixwazin, ferq kirin ku berhemên wekî Nescafe û Coca Cola di menuyê de tune ne.

Berhem ji menuyê hatin rakirin

Ev rewş ji çayxaneyên parlamentoyê hat pirsîn. Li gorî bersiva çayxaneyan, “Serokatiya parlamentoyê, biryar daye ku berhemên markayên ku piştgirî didin Îsraîlê ji menuya parlamentoyê bêne rakirin.”

Di çarçoveya biryara serokatiya parlamentoyê de ev berhem ji hemû menuyên ji bo xebatkar û mêvanan jî hatin derxistin.

Hat îdiakirin ku biryar ji bo protestokirina êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê ye.

Herwiha hate hînbûn ku berhemên di destê wan de jî dê li depoyan bêne vegerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst