Kongreya YSPyê sibe ye: Mijareke sereke Pirsa Kurd e

14-10-2023
RÛDAW
Nîşan YSP Kongre Pirsa Kurd
A+ A-

Helwêr (Rûdaw) - Partiya Çepên Kesk (YSP) roja Yekşemê 15ê Çiriya Pêşîn li bajarê Enqereyê yê Tirkiyeyê 4emîn kongreya xwe ya asayî li dar dixe.

Di kongreyê de Hevberdevkên YSPyê tên guhertin û hejmara endamên Encûmena Rêveberiya Navendî jî tên kêmkirin.

Tê çaverêkirin ku zêdetirî 10 hezar kesî beşdarî kongreyê bibin.

Di kongreyê de 800 endam dê deng bidin û ji sedî 80 heta 90ê rêveberiya YSPyê dê were guhertin.

4emîn kongreya YSPyê bi dirûşma “Dîsa ji bo Azadî” li Salona Werzişê ya Ataturkê dê were lidarxistin.

Ji bo ku di kongreyê de amade bibin ji bilî AK Partî û MHPyê nûnerên partiyên siyasî yên Tirkiyeyê û partiyên çep û sosyalîst ên cîhanê hatine vexwendin.

Nêzîkî 100 rojanamegerî ji bo weşandina kongreya YSPyê dê amade bin.

Di konreyê de ji bilî guhertina hevberdevkan, 7 madeyên di rêziknameya navxwe ya partiyê de jî tên bicihkirin û 2 madeyên din jî tên zêdekirin.

Guherînên ku di YSPyê de bên kirin li gorî pêşniyarên ku di civînên giştî yên bi gel re hatine kirin in û ew biryarên di konfrensan de hatine wergirtin dibin.

YSP dê bangawaziyeke nû li Hikûmeta Tirkiyeyê bike

Mijarên sereke yên kongreya YSPyê ji çareseriya Pirsa Kurd, tekeziya li ser aştiyê û bikaranîna diyalogê ji bo nehîştina pirsgirêkên Rojhilata Navîn pêk tên.

Li gorî zanyariyan YSP dê di kongreyê de bangawaziyeke nû ya li ser çarseriya Pirsa Kurd li Hikûmeta Tirkiyeyê bike û herwiha nexşerêya qonaxa nû ragihîne.

Partiya Çepên Kesk (YSP) 25ê Çiriya Paşîna 2012yan bi nave Partiya Çepan û Siberoja Çep hat damezrandin.

YSP 25ê Çiriya Pêşîna 2012yan bi Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Tirkiyeyê re bû yek û navê xwe kir Partiya Çepên Kesk (YSP).

YSPyê heta niha kongreyeke neasayî û 3 kongre saz kirine û endama pêkhateya Kongreya Civaka Demokratîk e.

Di hilbijartinên 14ê Gulanê yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de ji ber doza girtinê li şûna HDPyê beşdarî hilbijartinan bû.

YSPyê bi 4 milyon û 803 hezar û 737 dengan 62 kursî li Parlamentoya Tirkiyeyê bi dest xistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst