YSP dê berî kongreya xwe were Herêma Kurdistanê

27-09-2023
RÛDAW
Nîşan YSP Herêma Kurdistanê Kongre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Çepên Kesk (YSP dê were Herêma Kurdistanê.

Li gorî zanyariyan şandeyeke YSPyê berî kongreya xwe ya 15ê Çiriya Pêşîn dê were Herêma Kurdistanê.

YSPyê çend kesayet û berpirsên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî ji bo kongreya xwe vexwedine.

Partiya Çepên Kesk (YSP) 15ê Çiriya Pêşîn 4emîn kongreya xwe ya asayî dê li Enqereyê li dar bixe.

YSP ji bo kongreyê dest amadekariyan kiriye û ji 4 aliyên cîhanê kesayet û berpirsên siyasî vedixwine kongreya xwe.

Li gorî zanyariyên Ajansa Mezopotamyayê, YSPyê heta niha di serî de welatên Rojhilata Navîn û Efrîkayê ji 400 kesayet û berpirsên siyasî re vexwendname şandiye.

Ji welatên Misir, Libnan, Filîstîn, Sûdan, Mexrîb, Cezayîr û Urdun gelek siyasetmedar, akademîsyen, berpirsên partiyên çep, sosyalîst û komunîst û rojnamevanan di nav lîsteya kesên ku ji bo kongreyê hatine vexwendin de cih digirin.

Dê navê YSPyê bibe Partiya Gelên Demokratîk (DHP)

Grûpên partiyên çepgir ên li Ewropayê, nûnerên Partiya Sosyal Demokrat û Keskan jî ji bo kongreyê hatine vexwendin.

Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor û herwiha çend parlementerên Parlamentoya Ewropayê jî ji bo kongreyê hatine vexwendin.

Li aliyê din, tê pêşbînîkirin ku şandeyeke YSPyê berî kongreyê were Herêma Kurdistanê û beşek ji partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Başûrê Kurdistanê jî vexwîne kongreya xwe.

Tê çaverêkirin ku di kongeraya YSPyê de erkên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku niha doza girtinê li ser wê heye bi yekcarî ji bo YSPyê bên radestkirin û hevserokên nû yên partiyê werin hilbijartin.

Herwiha li gor zanyariyan dê navê YSPyê jî bibe Partiya Gelên Demokratîk (DHP).

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst