STENBOL - Berbijêrê guherînxwazan bû serokê nû yê CHPyê

09-10-2023
Omer Sonmez
Di kongreyê de Kurdbûn û pirsa Kurd hat rojevê
Di kongreyê de Kurdbûn û pirsa Kurd hat rojevê
Nîşan CHP Stenbol Kongre
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Mixalefeta Tirkiyeyê piştî neserkeftina hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê kongreyên xwe yên navçe, bajêr û ên mezin li dar dixe û rêxistinên xwe nû dike.

Di vê çaçroveyê de, serokbajariya CHPyê ya Stenbolê kongreya xwe li dar xist.

38emîn Kongreya Asayî ya CHPê ya Stenbolê duh li Navenda Kongreyê ya Haliçê bi rêve çû. Kongreya ku 8ê sere sibê dest pê kir, heta 4ê şevê dewam kir.

Di kongreyê de 2 berbijêr hebûn û rikaberî gelekî tund bû.

Guherînxwaz biserketin

Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu û navenda giştî piştgirî dan Cemal Canpolat, berbijêr serokê giştî yê CHPê Ozgur Ozel û Şaredarê Stenbolê Ekrem Imamoglu ku wekî “guherînxwaz” tên binavkirin jî, piştgirî dan Ozgur Çelik.

Di kongreyê de ekîba guherînxwazan biser ket û Ozgur Çelik bû serokê nû yê CHPê yê Stenbolê.

Berbikêrê Serokê giştî yê CHPyê Orsan Oymen, li ser pirsa Kurd ji Rûdawê re axivî û got, ew li dijî perwerdeya bi zimanê Kurdî ye.

Oymen îdia kir ku perwerdeya bi zimanê Kurdî sîstema unîter ya Tirkiyeyê xirab dike.

Delegeya CHPyê ya Stenbolê Ladise Has got, “Her çiqas du berbijêr hebin jî ez wisa bawer im dê di dawiya kongreyê de her du berbikêr bikevin milê hev û ji salonê derkevin.”

Di encama dengdayîna 660 delegeyên bajêr de, namzedê guherînxwazan Ozgür Çelikê ku xelkê Sêwasê ye 342 deng wergirt û bû serokê nû yê CHPê yê Stenbolê. Cemal Canpolat jî 310 deng wergirt.

Serokê Navçeya Umraniye yê CHPê Hakan Kizilelma jî got:

“Di partiya me de guherîn, pêşketin û nûbûn heye. Zarokên vê partiyê, di wê kapasite û qabiliyetê de ne ku guherînê pêk bînin.”

“CHP û HDP mecbûr in tifaqê bikin.”

Delegeyê CHPê yê Stenbolê Erbil Uçar jî got, “Hewcedariya wan bi hev re heye. Yanê CHP jî HDP jî mecbûr e tifaqê bikin.”

Berbijêr Serokê giştî yê CHPê Orsan Oymen, ji Rûdawê re axivî û got, lazim e CHP vegere ser prensîb û kodên xwe yên berê.

Oymen, li ser çareseriya pirsa Kurd jî got, ew li dijî perwerdeya bi zimanê Kurdî derdikeve.

Orsan Oymen wiha axivî:

“Lazim e di nav partiyê de aliyên olîgarşîk têk biçin. Herwiha divê hemû endamên CHPyê di nav proseya biryardayînê de cih bigrin. Ji ber ku li dijî sîstema unîter a Tirkiyeyê ye em li dijî perwerdeya bi zimanê Kurdî derdikevin.”

Kurdbûn û meseleya Kurd jî li ser hat rojevê

Di kongreyê de Kurdbûn û meseleya Kurd jî li ser kursiyê hate rojevê.

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgin Tanrıkulu da zanîn, navenda giştî ya CHPyê ji ber nasnameya wî ya Kurd û ji ber aktivistiya mafên mirovan xwedî lê dernakeve.

“Ji ber ku ez Kurd im li dijî min derdikevin”

Sezgin Tanrıkulu got, “Wan ez avêtim ber devê guran. Ji ber ku ez têkoşîna mafên mirovan didim û ji ber ku ez Kurd im li dijî min derdikevin.”

Di kongreyê de li gel hilbijartina serokbajarê CHPyê yê Stenbolê, 196 delegeyên kongreya mezin jî hatin hilbijartin. Delege ji bo kongreya CHPyê ya 5ê Mijdarê û hilbijartina serokê nû yê CHPyê gelek girîng e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst