Xwediyê Kupaya Lîga Şampiyonan îşev li Stenbolê diyar dibe

10-06-2023
RÛDAW
Nîşan Lîga Şampiyonan UEFA Inter Milan Manchester City Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Inter Milan û Manchester City di asta kluban de ji bo kupaya herî mezin a futbola Ewropayê dê di pêşbirka fînalê de îro li Stadyûma Olîmpiyadê ya Ataturkê ya Stenbolê bên hemberî hev.

Tîma herî mezin a futbola Ewropayê dê îşev li Stenbolê bê diyarkirin. Fînala Lîga Şampiyonan a ku dê tîma Îtalyayê Inter û tîma Înglîstanê Manchester City bîne hemberî hev dê li Stadyûma Olîmpiyadê ya Ataturkê bê lîstin.

Pêşbirka fînalê dê li gorî dema Tirkiyê demjimêr 22:00an de dest pê bike û ji aliyê hakemê Polandî Szymon Marciniak ve bê birêvebirin.

Di fînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê de dê Manchester City ji bo kupaya xwe ya ewil û Inter jî ji bo kupaya xwe ya 4em hevrikiyê bikin.

Manchester City di yekem fînala xwe ya Lîga Şampiyonan de di sezona 2020-2021an de bi Chelseayê re lîst û 1-0 têk çûbû. Inter jî di sezona 1963-1964 anda de Real Madridê 3-1, di sezona 1964-1965an de Benficayê 1-0, di sezona 2009-2010an de Bayern Munihê 2-0 têk biribûn û 3 caran vê kupayê biribû muzexaneya xwe.

Inter piştî salên 1964, 1965, 1967, 1972 û 2010, di kûpaya herî girîng a asta klûban a fûtbola Ewropayê de, cara 6emîn dertê fînalê. Manchester City jî di Lîga Şampiyonan de cara duyem e dertê fînalê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst