Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 1,7 milyon kes nizanin bixwînin û binivîsin

31-10-2023
Nîşan Xwendin Nivîsandin Tirkiye Bakurê Kurdistanê Jin Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, milyonek û 726 hezar û 445 kes bi xwendin û nivîsandinê nizanin ku milyonek û 501 hezar û 903 ji wan jin in.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK), di çarçoveya “100 saliya Komara Tirkiyeyê” de “amarên 100 salî” belav kirin.

Li gorî amarên TUIKê yên dawiya sala 2022yan, hejmara welatiyên ji 15 salî mezintir 65 milyon û 26 hezar û 277 e.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê milyonek û 726 hezar û 445 welatiyên ji 15 salî mezintir xwendin û nivîsandinê nizanin.

224 hezar û 542 ji wan mêr, milyonek û 501 hezar û 903 ji wan jî jin in.

Rewşa xwendinê ya 741 hezar û 113 kesan jî nehatiye zanîn.

Li gorî tevahiya nifûsê jî rêjeya xwendin û nivîsandinê ji sedî 97,3 e.

Ev hejmar ji bo zarokên kur û mêran ji sedî 99,3 e û ji bo zarokên keç û jinan ji sedî 95,3 e.

Tevî zarokên ji 6 salî mezintir bi giştî 280 hezar û 559 zarokên kur û mêr xwendin û nivîsandinê nizanin.

Milyonek û 546 hezar û 18 zarokên keç û jin xwendin û nivîsandinê nizanin.

Herwiha 44 hezar û 115 zarokên keç ên di temenê xwendinê de û 56 hezar û 17 zarokên kur ên di temenê xwedinê de xwendin û nivîsandinê nizanin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst