Murat Kurum: Stenbol bi piştgiriya desthilata me li ser xwe ma!

07-03-2024
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Murat Kurum Stenbol Hilbijartin
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Berbijêrên Serokatiya Şaredariyan li Tirkiyeyê meydanên kampanyayê germ kirine, bi taybetî jî li bajarên mezin û metropolên wekî Stenbolê.

Li bajarê Stenbolê, hevrikiyeke tund di navbera berbijêrê CHPyê Ekrem Îmamoglu û yê AK Partiyê Murat Kurum de heye. Ew rojane li tax û navçeyên wî bajarî digerin û hewla razîkirina xelkê didin.

Bangeşeya Murat Kurumê berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur ango AK Partî û MHPyê li navçeya Sîlîvriyê berdewam bû û navçe ji bo hatina wî hat amadekirin.

Kurumê ku rikeberê herî bihêz ê li hemberî Ekrem Îmamoglu ye bi eleqe û germahiyeke berçav ber bi kursiyê ve meşiya.

Rûyê wî biken bû, her kesî jî hewla da merhebayekê lê bike. Wî li ser dikê ne bi projeyên xwe lê bi bêkêrî û karnekirina hevrikê xwe dest pê kir.

“Stenbol bi piştgiriya desthilata me li ser xwe ma”

Berbijêrê AK Partiyê yê Stenbolê Murat Kurum anî ziman:

“Ew 5 salên dawî wekî dewreke têkçûnê hat tomarkirin. Stenbol di destê vî berbijêrê ku rêwî ye de her roj tê mexdûrkirin. Carê jî rabûne bêyî ku şerm bikin dibêjin Stenbol bi ser ket.

Stenbol çi bi ser ketiye? Birayên min, Stenbolê çi qezenc kiriye ez ji bo we bêjim. Stenbolê tevî hemû îhmalkarî û bi tenêhiştinê kariye ku li ser xwe bimîne.

Stenbolê ew qezenc kiriye. Stenbol tevî sozên nehatine girtin bi piştgiriya desthilata me kariye ku li ser xwe bimîne.”

Meydana navçeya Sîlîvriyê ne mezin be jî gelekî zêde ye ji bo xelkê ku hatiye wir. Tevî amadehiya berçav beşdariya heyî ne li gorî encama ku ew hêvî dikin e.

Berçavketineke din jî ew e ku di nava beşdaran de ciwan hema bêje nînin. Kesên ku hatine nezîkî temamê wan kal û pîr in. Ji ber wê kelecana li qadê de jî li gorî beşdaran e.

Welatî Ahmet Topuz got:

“Berbijêrkirina Murat Kurum biryareke gelekî di cih de bû. Înşalah ew dê bajarê mezin qezenc bike. Ji xwe eserên wî garantiya wê ne bê ka ew dê çi bike.”

“Bila pêpelokên me bimeşin”

Welatî Kemal Açkapi jî da zanîn:

“Me pêpelokên otomotîk hebûn ew lazimî me ne û em nerdewanên xwe yên otomotîk dixwazin.

Bila pêpelokên me bimeşin, ava me paqij biherike û bêrêzî li ciwan jin û kal û pîran neyê kirin. Em vê dixwazin.”

Welatiyê bi navê Cemîl Kirikbel jî got:

“Em gelek tiştan dixwazin û ew dê bike jî. Em gelek tiştan dixwazin. Ew dê alîkariya Sîlîvriyê bike. Serokê me ew dê bişixule û bike jî. Ew dê nexweşxaneyan çêbike.”

Murat Kurum ku berê Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê bû tevî piştgiriyeke xurt a Erdogan hewl dide Stenbola ku piştî 25 salan ketibû destê CHPyê ji nû ve li ser navê AK Partiyê bi dest bixe.

Li gorî rapirsiyên ku hatine kirin rêjeyeke zelal a ku li pêşiya Îmamoglu be derneketiye lê her çi be jî favoriyên sereke ew û Îmamoglu ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst