Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyên bilind ên ewlehiyê yên Îraq û Tirkiyeyê dê civîna xwe ya 5an li Antalyayê bi serokatiya wezîrên karên derve yên her du welatan li dar bixin.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê ragihand ku civîna Mekanîzmaya Ewlehiyê ya Tirkiye û Îraqê dê îro li Antalyayaê were lidarxistin.
Civîn dê bi serokatiya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên were kirin.
Her wiha Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Munîr Karaloglu û hevtayên wan ên Îraqî beşdar dibin.
Civîna yekem a Mekanîzmaya Ewlehiyê ya Îraq û Tirkiyeyê sala 2019an li Enqereyê hat lidarxistin.
Civîna duyem 19ê Kanûna Pêşîna 2023yan pêk hat û di daxuyaniya dawî de PKK wekî “gefeke hevpar” hat binavkirin.
14ê Adara 2024an civîn sêyem li Bexdayê hat kirin û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê, PKK xiste nav lîsteya rêxistinên qedexekirî yên Îraqê.
Civîna çarem jî 14ê Tebaxa 2024an hat lidarxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse