Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Partiya DEM Partiyê Ayşegul Doganê diyar kir ku Heyeta Îmraliyê di hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re ti lîste pêşkêşî wî nekirine.
Medyaya nêzîkî mixalefeta Tirkiyeyê îdia kir ku di hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Recep Tayyîp Erdogan de Heyeta DEM Partiyê lîsteyeke ku ji 13 xalan pêk tê pêşkêşî Erdogan kiriye.
Ayşegul Doganê ji ser hesabê xwe yê Xê behsa wan nûçeyan kir û got:
“Ew madeyên ku di hinek nûçeyan de wekî, ‘Lîsteya Daxwazên 13 Xalî’ hatine pêşkêşkirin, daxwazên DEM Partiyê ne ku di platformên cuda de bi raya giştî re parve kirine.
Lîsteyeke daxwazan ji Serokkomar Erdogan re nehatiye pêşkêşkirin.”
Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder 10ê Nîsana 2025ê di çarçoveya pêvajoya aştiyê de li gel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiya.
Ew lîsteya medyayên nêzîkî CHPyê wekî lîsteya daxwazên Şanda Îmraliyê belavkirine wiha ne:
1-Bila tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û azadiya wî ya peywendîkirinê bê garantîkirin.
2-Derxistina yasayeke taybet derbarê çekdanîna PKKyê de.
3- Welatîbûna wekhev û azad bila bi yasayan bê garantîkirin.
4-Amadekirina pêşniyar-yasaya aştî û veguherîna demokratîk.
5- Bila girtiyên nexweş bên azadkirin.
6-Komîsyoneke taybet ji bo pêvajoya çareseriyê li parlamentoyê bê pêkanîn.
7- Bila serokê parlamentoyê ligel hemû partên siyasî bicive û metneke lihevkirinê amade bike.
8- Dawî li danîna qeyûm bo şaredariyan bê anîn.
9- Serokên şaredariyan ên di girtîgehê de bên berdan û vegerin ser karê xwe.
10-Bila pêşniyar-yasayayên derbarê mafê hêviyê de bên rojevê.
11- Astengiyên li ber azadiya xwe rêxistinkirinê bên rakirin.
12-Bila yasaya niha ya derbarê rûbirûbûna terorê de bê guhertin.
13- Bila biryarên Dadgeha Destûrê û Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê bên cîbicîkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse