‘Partiya herî mezin a Kurdan AK Partî ye’

28-03-2024
RÛDAW
Nîşan AK Partî Stenbol Hilbijartin
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Serokê Şaxa Stenbolê ya AK Partiyê Osman Nurî Kabaktepe, 5 salên dawî yên Stenbolê wekî “Dema Fetret”ê bi nav kir û got, “Dengdêrên CHPyê jî têkçûna serokê xwe tînin ziman.”

Serokê Şaxa Stenbolê ya AK Partiyê Osman Nurî Kabaktepe bersiva pirsên pêşkeşkarê Rûdawê Senger Ebdurehman da.

Karatepe da zanîn, ew di wê baweriyê de ne ku namzedê partiya wan Murat Kurum dê di hilbijartinên 31ê Adarê de bi ser bikeve.

Karatepe diyar kir ku “AK Partî partiya herî mezin a Kurdan e” û got:

“Em pirsa Kurd, li Stenbolê jî û li Tirkiyeyê jî wekî pirseke bingehîn dibînin.

Em birayên xwe yên Kurd wekî hîmê bingehîn ê AK Partî, Stenbol û Tirkiyeyê dibînin.

Ji ber vê yekê AK Partî tiştên ku ev 22 sal in dike, ji azadiyê heta aboriyê, ji tenduristiyê heta çandê, hem ji bo Kurdan, hem ji bo Tirkan û hem jî ji bo welatiyên me yên din dê bidomîne.”

Osman Nurî Kabaktepe diyar kir ku encamên hilbijartinan dê diyar bike ka namzedên ku ji aliyê DEM Partiyê ve li Stenbolê hatine destnîşankirin, ji bo tifaqeke veşartî ye yan na û got:

“Lê em dê hem dengên dengdêrên xwe yên Kurd wergirin, hem jî em li qadan dibînin ku dengdêrên DEM Partiyê jî dê dengê xwe bidin Murat Kurum.”

“AK Partî partiya herî mezin a Kurdan e”

Serokê Şaxa Stenbolê ya AK Partiyê Osman Nurî Kabaktepe li ser pirsa “Hûn dê ji Kurdan re çê bikin?” anî ziman:

“Di nêzîkatiya siyasî ya AK Partiyê de ku em bi rastî jê re dibêjin hêmanên ku neteweya me pêk tînin, ne etnîsîte, yanî Kurd, Ereb, Tirk, Çerkez, Laz, Boşnak, Arnawût, em miletekî 85 milyonî ne, em wan bi hev re dinirxînin.

Lewma hemû hêmanên ku me behs kirin û rêz kirin hêmanên bingehîn ên Tirkiyeyê ne. AK Partî partiya herî mezin a Kurdî ye, AK Partî partiya herî mezin a Kurdan e.

Ji ber vê yekê AK Partî tiştên ku ev 22 sal in dike, ji azadiyê heta aboriyê, ji tenduristiyê heta çandê, hem ji bo Kurdan, hem ji bo Tirkan û hem jî ji bo welatiyên me yên din dê bidomîne.”

“Berê te nedikarî muzîka Kurdî bikî”

Osman Nurî Kabaktepe li ser mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî jî got:

“Li Tirkiyeyê wek hûn jî dizanin me hemû astengiyên wekî axaftina bi Kurdî, çêkirina muzîka Kurdî, perwerdeya Kurdî, hilbijartina dersa bijardeya li dibistanan, dayîna perwerdeya Kurdî ya li dibistanên taybet ji holê rakirin.

Niha li Tirkiyeyê pirsgirêkeke me ya wiha nîne. Ji ber vê yekê we îro daxwazeke welatiyên me bi cih anî, sibe dibe ku pêwîstiyeke nû çêbibe, dikarin rûnin, li ser wê daxwazê biaxivin û çareseriyekê jê re bibînin.

AK Partiyê jî astengiya li pêşiya Erebî, Kurdî, astengiya li ber zimanê Lazî jî rakir. Niha ew di dibistanên me de wekî wane tên xwendin û li zanîngehên me jî beş hatine vekirin.

Berê li Tirkiyeyê te nedikarî muzîka Kurdî û Erebî bikî, nedikarî muzîka Lazî bikî lê te bi Îngilîzî dikarî. Te nikaribû navekî bidî gundê xwe, yê ku ev hemû astengî ji holê rakirin AK Partî bû.”

Osman Nurî Kabaktepe diyar kir ku ew pêwendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de erênî dibînin û anî ziman:

“Pêwendiyên me yên ku bi salan e berdewam dikin hene û em bi rastî vê yekê erênî dibînin. Divê em hemû bi hev re hewl bidin ku wê zêdetir bi pêş bixin.

Ji ber ku hêz û kalîteya hevkarî û xebata me ya bi hev re li vê herêmê yek ji hêmanên herî girîng e. Ne tenê ji bo gelên ku li welatên me dijîn herwiha ji bo hêza me ya paşerojê jî girîng e.

Dema ku em wekî kesayet, wekî welat û wekî şêniyên Stenbolê lê dinêrin, em biryarekê dibînin ku divê ev pêwendî bi pêş bikevin. Em dizanin ku ev rast e û divê em piştgiriyê bidin.”

"Propagandaya DEM Partiyê ya li Stenbolê ne xurt e"

Osman Nurî Kabaktepe li ser polîtikaya DEM PArtiyê ya li Stenbolê jî wiha axivî:

Ez wiha dibînim ku propagandaya DEM Partiyê ya li Stenbolê ne xurt e.

Ji ber vê jî xuya dike ku di nava DEM Partiyê de alîgirên Ekrem Îmamoglu serdest in.

Rast e li Stenbolê namzedê DEM Partiyê heye lê hinek ji wan dibêjin piştgiriyê bidin Ekrem Îmamoglu û hinek jî dibêjin piştgiriyê bidin namzedên xwe. 

Li Stenbolê rêjeya dengên DEM Partiyê derdora ji sedî 8an bû.

Gelo dê ji sedî 2yan bistîne yan ji sedî 8an?

Eger rêjeya dengên wê bi biniya vê rêjeyê ket, wî çaxî dê derkeve holê ku ewên piştgiriyê didin Îmamoglu serdesttir in.

Heke rêjeya dengên DEM Partiyê bi ser ji sedî 8an ket, dê xuya bibe ku ewên dibêjin piştgiriyê didin namzedên xwe bihêztir in.

Lê em dê hem dengên dengdêrên xwe yên Kurd wergirin hem jî em li qadan dibînin ku dengdêrên DEM Partiyê jî dê dengê xwe bidin Murat Kurum.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst