Hewlêr (Rûdaw) - Dadgehê biryar da ku 59 xwenîşanderên din ên çalakiyên CHPyê bên berdan ku di xwenîşandanên li dijî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu de hatibûn girtin.
Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û namzedê CHPyê yê Serokkomariya Tirkiyeyê Ekrem Îmamoglu piştî ku 19ê Adarê bi tohmeta “alîkariya rêxistina PKKyê” û gendeliyê hat desteserkirin, 23ê Adarê ji lêpirsîna gendeliyê hat girtin û ji erkê xwe hat dûrxistin.
CHPyê piştî girtina Îmamoglu di serî de li Stenbolê li hejmarek bajarên Tirkiyeyê li dijî girtina Îmamoglu xwenîşandan dabûn destpêkirin.
Bi taybetî li Stenbolê hejmareke zêde ya xwenîşanderan bi hinceta beşdariya xwenîşandanan hatin desteserkirin û girtin.
Dadgeha Stenbolê doh biryar da ku 59 xwenîşanderên din ên girtî werin berdan.
Roja pêncşemê jî 102 xwenîşanderên girtî yên çalakiyên CHPyê ku piraniya wan ciwan û xwendekarên zanîngehê bûn bi biryara dadgehê hatibûn berdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse