RAPIRSÎ - Nîvê dengdêrên DEM Partiyê dê dengê xwe bidin Îmamoglu

22-03-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî CHP Stenbol Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Spectrum Houseyê, li Stenbolê rêjeya dengên berbijêrê CHPyê Ekrem Îmamoglu ji sedî 43,9 e û rêjeya dengên berbijêrê AK Partiyê Murat Kurum jî ji sedî 39 e.

Ji hilbijartinên 31ê Adara 2024an re tenê 9 roj man û kompanyayên rapirsiyê li ser hev encamên rapirsiyan eşkere dikin.

Spectrum Houseyê encamên rapirsiya ku li Stenbol û 26 navçeyên wê bi 2 hezar û 158 kesan re kiribû eşkere kir.

Li gorî rapirsiyê nîvê dengdêrên DEM Partiyê dê dengên xwe bidin Ekrem Îmamoglu.

Li gorî rapirsiyê li Stenbolê rêjeya dengê DEM Partiyê jî ji sedî 4,7 e.

Spectrum Houseyê da zanîn ku ji sedî 41,6ê dengdêrên ku di hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan de dengê xwe dabûn Partiya Çep a Kesk (YSP) got, “em dê dengê xwe bidin berbijêrên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî.”

Ji sedî 47,4ê dengdêrên DEM Partiyê jî got, “em dê dengê xwe bidin berbijêrê CHPyê Ekrem Îmamoglu.”

Herwiha ji sedî 19,4ê dengdêrên Partiya Yenîden Refahê jî dê dengê xwe bidin Ekrem Îmamoglu.

Li Stenbolê ji sedî 18,9ê dengdêran ji bo hilbijartinê biryara xwe nedaye.

Li gorî rapirsiyê piştî rêjeya dengdêrên bêbiryar li ser partiyan hatin dabeşkirin rêjeya dengê partiyan wiha ye:

CHP - Ekrem Îmamoglu: ji sedî 43,9

AK Partî - Murat Kurum: ji sedî 39

DEM Partî - Meral Daniş Beştaş, Murat Çepnî: ji sedî 4,7

Partiya Yenîden Refahê: ji sedî 3,7

Partiya Zaferê: ji sedî 3,3

ÎYÎ Partî: ji sedî 2,6

Partiya Saadetê: ji sedî 0,5

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst