Pervîn Buldan: Pêvajo dê heya dawiya hezîranê bi serkeftî bigihe encamê

12-04-2025
RÛDAW
Nîşan Pervîn Buldan Pêvajoya Nû Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldanê derbarê pêvajoya nû got, “Tê pêşbînîkirin ku ev pêvajo heta dawiya hezîranê bi temamî bi serkeftî bigihe encamê.”

Endama Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan li Romaya paytexta Îtalyayê beşdarî rûniştina îro ya konferansa bi navê “Konferansa Navneteweyî ya ji Abdullah Ocalan re Azadî,  Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” bû û derbarê pêvajoya aştiyê axivî.

Pervîn Buldanê ragihand ku ew li bendê ne ev pêvajo di nav çend mehan de temam bibe û got:

“Tê pêşbînîkirin ku heta dawiya hezîranê pêvajo bi temamî bi serkeftî bigihe encamê. Ev yek hem ji aliyê birêz Ocalan ve, hem jî ji aliyê rayedarên dewletê ve wiha ye.”

“Me 3 hevdîtin bi Ocalan re kirin”

Buldanê bi bîr xist ku wan wekî heyet sê hevdîtin bi Rêberê PKKyê kirine û got:

“Di her sê hevdîtinan de jî sê têgehên ku birêz Ocalan diyar kirin; aştî, tifaqa Tirk û Kurdan, demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn bû. Zêdetir li ser van hersê têgehan sekinî.”

Buldanê behsa nevaroka hevdîtinên bi Ocalan re kir û bi gotina wê Ocalan wiha gotiye:

“50 sal di serhildanê re derbas bûn. Sedemên wê înkara gelê Kurd, qedexekirina nasnameya Kurd, zimanê Kurdî bû.

Van em neçar kirin ku em serî hildin. Lê piştî 50 salan di 20-25 salên min ên dawî de êdî fikrek çêbû ku ev mesele bi çek û pevçûnan çareser nabe.”

“Divê Kurd ji Tirkan hez bike”

Buldanê ragihand ku wan naveroka hevdîtinên bi aliyên siyasî re ji Ocalan  gotiye û wan ji wî gotiye ku kes li dijî aştiyê ranaweste û ew jî ji vê yekê  pir kêfxweş bûye û wiha domand:

“Birêz Ocalan got, Kurd çawa ku ji xwe hez dikin, divê ji Tirkan jî hez bikin, ji ber ku em bira ne."

Pervîn Buldan eşkere kir ku metna banga 27ê Sibatê ya Ocalan bi lihevkirineke hevbeş a bi rayedarên Tirkiyeyê hatiye nivîsîn û wiha pê de çû:

“Ev ne tenê metneke ku birêz Ocalan nivîsiye. Birêz Ocalan got, eger li vî welatî Devlet Bahçelî guherîbe, her kes dê biguhere.”

Endama Heyeta Îmraliyê di heman demê de tekez kir ku hemû hevdîtinên ku wan kirine di keşûhewayeke gelek erênî û baş de derbas bûne û got:

“Her kesî diyar kir ku ew dê sûdê  bigihînin pêvajoyê. Ji bo ku Ocalan bigihîje azadiya xwe ya fizîkî, di serî de pêkhatina şert û mercên xebata azad pêwîst e û divê amadekariyên yasayî bilez bên bicihkirin.

Di serdema ku muzakereyên yekem ên 10 sal berê de, ji ber ku birêz Ocalan diyar kir ku ew nikare di şert û mercên heyî de bixebite, ew birin odeyeke hinekî berfirehtir a li heman cih.

Lê ew 3 kesên din ên li Îmraliyê hîn jî di cihekî 12 metrekareyî de dijîn. Ev şert û merc ne şert û mercên guncav in ji bo ku birêz Ocalan karibe vê pêvajoyê bi rê ve bibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst