Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, “Her du aliyan daxwaza xwe ji bo berfirehkirina hevkariya di warên cuda de dupat kir.”
Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê doh li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yek ji wan serokên ku hatine vexwendin e.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê X derbarê civîna xwe ya bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyaniyek belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got:
“Derfeteke baş bû ku ez li Antalyayê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiyam.
Me pêşhatên herêmî û rewşa hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê, Îraq û Rûsyayê de gotûbêj kirin.”
Her wiha Serokatiya Herêma Kurdistanê jî daxuyaniyek belav kir û ragihand:
“Di civînê de pêwendiyên Rûsyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, bi taybetî di warê aborî de hatin gotûbêjkirin.
Her wiha derbarê rewşa giştî ya Îraqê û herêmê û pêşhatên siyasî û ewlehiyê bîr û raman hatin guhertin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov civiyan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 12, 2025
Gelek serok û wezîr beşdarî Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê bûn#ADF2025 #MEET4DIPLOMACY pic.twitter.com/wgfYymWWXg
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Her du aliyan tekezî li ser wê yekê kir ku ew bi girîngiyê li pêwendiyên di navbera Rûsya, Îraq û Herêma Kurdistanê de dinêrin.
Wan daxwaza xwe ya ji bo berfirehkirina hevkariya di warên cuda de dupat kir.”
Pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û rewşa Sûriyeyê û çend mijarên din ên girîng mijarên din ên civînê bûn.
Nêçîrvan Barzanî doh di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê civiyan#ADF2025 #MEET4DIPLOMACY pic.twitter.com/CSk0wfXiJR
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 12, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse