Bala hemû partiyan li ser Stenbolê ye: Kurd ji bo wan girîng in!

17-03-2024
RÛDAW
Stenbol
Stenbol
Nîşan Stenbol Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Erziromê bi strana “Were Erziromê” ya Îbrahîm Erkal hat pêşwazîkirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê, CHP û DEM Partiyê bi avakirina hevpeymaniyê tohmetbar dike.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Erziromê anî ziman:

“Bermayê ramana yekpartîbûnê destê xwe daye destê şopdarên terorê û di her firsendê de nîşan dide ku di kemînê de ye.

Li Stenbolê gelek Erziromî hene. Hûn dê telefonî birayên me yên Erziromî yên li Stenbolê ne bikin ne wiha?”

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel li Stenbolê berbijêrê partiya xwe Ekrem Îmamoglu da naskirin.

Ozgur Ozel red dike ku bi partiyekê re tifaq kiribe lê her tim daxwaza dengan ji Kurdan dike.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel got:

“Yê ku cara din Stenbol bi dest xist ne CHP û ne jî Hevpeymaniya Milet bû, hevpeymaniya Stenbolê bû.

Di hevpeymaniya Stenbolê de Tirk, Kurd, Laz Çerkez, koçber û hemû demokrasîxwaz hene.”

“Eger na dê DEM were”

Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşenerê jî li Bursayê propagandayê berbijêrên partiya xwe kir.

Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşenerê da zanîn:

“Aliyek dibêje, dengê xwe bidin me eger na dê Tayyîp Erdogan bimîne. Aliyê din dibêje, dengê xwe bidin me, eger na dê DEM were.”

Kurd li Stenbolê xwedî pêgeheke girîng in.

Vê carê berbijêrê DEM Partiyê yê Şaredariya Stenbolê heye.

Namzeda DEM Partiyê ya Şaredariya Stenbolê Meral Daniş Beştaşê got:

“Di van hilbijartinan de em li Stenbolê dibêjin, em hene û li vir in. Em dê dengê xwe bidin xwe.

Em ne mecbûrî we ne, vê carê DEM Partî heye.”

Ti hêz nikare pişta xwe bide Kurdan û serkeftî jî be. Berbijêrên AK Partiyê û CHPyê di piraniya gotarên xwe de bi girîngî behsa dengên Kurdan dikin.

Bi awayekî ku Kurd êdî dikarin li kolanan berbijêran rawestînin û hesab ji wan bipirsin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst