Nêçîrvan Barzanî û Yaşar Guler: Pêvajoya aştiyê girîng û dîrokî ye

12-04-2025
RÛDAW
Nîşan Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê Nêçîrvan Barzanî Yaşar Guler
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, “Her du aliyan pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê girîng û dîrokî bi nav kir û tekezî li ser girîngiya xebata ji bo serkeftina pêvajoyê kir.”

Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê doh li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yek ji wan serokên ku hatine vexwendin e.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler di daxuyaniyekê de got:

“Her du alî li ser girîngiya bipêşxistina karên hevbeş û hevahengiyê ya di navbera welatên herêmê de, ji bo parastina aramiyê û dûrxistina herêmê ya ji pirsgirêk û aloziyan hevfikr bûn.”

Serokatiyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku di civînê de pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û hevkariya ji bo “parastina aramiya herêmê” hatin gotûbêjkirin.

Her wiha derbarê rewşa Îraqê û pêşhatên herêmê bîr û raman guherîn.

Nêçîrvan Barzanî doh di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê îro jî Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiya û wan tekezî li ser hevkariya dualî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst