Li Rîzeyê hezaz: Mirî û birîndar hene

19-11-2024
RÛDAW
Nîşan Rîze Hezaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li taxa Eskîpazarê ya navçeya Çayeliyê ya Rîzeyê, hezaz çêbû û di encamê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Li taxa Çayeliyê, ji ber barana zêde hezaz çêbû û ax bi ser avahiyeke 6 qatî de herifî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD û tîmên parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Li gorî agahiyên destpêkê, Yakup Bayraktarê ku li qata yekem dijiya di bin axê de ma û mir.

Her wiha 3 kesên din jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê kesên birîndar veguhastin nexweşxaneyê.

Li aliyê din, kesên ku di apartmanê de asê mabûn jî ji aliyê îtfaiyeyê ve hatin derxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst