Şaredarê berê yê AK Partiyê di êrişeke çekdarî de hat kuştin

02-07-2024
RÛDAW
Nîşan AK Partî Rîze Ahmet Nacî Aytemîz Êriş Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Tuncayê yê navçeya Ardeşenyê a Rîzeyê şaredarê berê yê AK Partiyê di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

Li gorî zanyariyan, şaredarê berê yê bajarokê Tuncayê yê navçeya Ardeşenê ya Rîzeyê yê AK Partiyê Ahmet Nacî Aytemîz li kolanê rastî êrişeke çekdarî hat.

Aytemîz di êrişê de bi giranî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê Aytemîz bir nexweşxaneyê lê tevî hewildanên bijîşkî wî canê xwe ji dest da.

Êrişkar piştî bûyerê reviya û hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina wî lêkolîn da destpêkirin.

Li aliyê din, di lêkolînan de diyar bû ku 5 gule bi laşê Ahmet Naci Aytemîz ketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst