Parlamenterên DEM Partiyê ber bi Wezareta Karên Navxwe meşiyan: Şaredarî yên me ne

06-06-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Qeyûm Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokên Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyigit û Sezaî Temelî li dijî danîna qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê bi komeka parlamenteran re ber bi avahiya Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve meşiyan.

Koma DEM Partiyê li hewşa parlamentoyê konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.

Gelek parlamenterên DEM Partiyê beşdarî çalakiyê bûn.

Parlamenteran pankartên li ser wan “Qeyûm darbe ye” û “Şaredarî yên me ne, em rê nadin xespê” bilind kir.  

Gulîstan Koçyigitê, da zanîn ku metirsî heye qeyûm bi ser bajarên din jî werin sepandin û wiha got:

“Me li dijî rejîma qeyûm gelek tişt anîn ziman. Di 31ê Adarê de hilbijartin hatin kirin û desthilatê bi xwe behsa serdemeke nû kir.

Desthilatê diyar kir ku peyamên xelkê daye wergirtiye. Wisa diyar e, ti peyam ji hilbijêran negirtine.

Berovajî vê yekê dîsa li dijî civakê, li dijî gel, li dijî îradeya sindoqan, li dijî demokrasiyê êrîş pêk anîn.

Girîng e ku ji Colemêrgê dest bi vê hewldana êrîşê kirin. Ji ber ku yekane rêya rizgariya vê rejîmê êrîşa li ser Kurdan e.

Em baş dizanin ku bêhiqûqiya li Colemêrgê hatiye kirin û derbeya li dijî îradeya gel a li Colemêrgê heye dê ne tenê li Colemêrgê nemîne û dê gav bi gav li tevahiya welat belav bibe.

Eger em bi hev re demokrasiyê biparêzin, em dikarin bi hev re bi ser kevin.”

Piştî axaftina Gulîstan Koçyigitê, parlamenterên DEM Partiyê ber bi avahiya Wezareta Karên Navxwe meşiyan.

Çi bûbû?

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 3yê Hezîranê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Sidik Akiş jî heman rojê li Wanê hat desteserkirin.

Mehmet Siddik Akiş doh li Dadgeha 1emîn a Cezayê Giran a Colemêrgê hat darizandin.

Dadgehê biryara xwe eşkere kir û 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Mehmet Siddik Akiş.

Dadgehê ev ceza bi hinceta “birêvebirina rêxistinê” li Mehmet Siddik Akiş birî.

DEM Partiyê piştî danîna qeyûm biryar da li hemû şaredariyan dest bi nobetê bike.

Piştî vê biryarê jî li bakurê welêt pêleke qedexeyan dest pê kir û li 12 parêzgehan qedexeya çalakiyan hat ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst