Mehmet Siddik Akiş: Ez natirsim, bi serbilindî li pêşberî we sekinîme

05-06-2024
Nîşan Colemêrg Serokê Şaredariyê Darizandin Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mehmet Siddik Akiş, diyar kir ku biryara ji kar dûrxistin û darizandina wî siyasî ye û got, “Ez natirsim, bi serbilindî li pêşberî we sekinîme.”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 3yê Hezîranê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş jî heman rojê li Wanê hat desteserkirin.

Mehmet Siddik Akiş îro li Dadgeha 1emîn a Cezayê Giran a Colemêrgê tê darizandin.

Dê dadgeh biryara xwe ya li ser Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş eşkere bike.

“Ez bi serbilindî sekînîme”

Mehmet Siddik Akiş di rûniştinê de parastina xwe kir û got:

“Ez li dûv her kiryara xwe me. Di warê de siyasî çi tiştê ku ket ser milê min, min ew kiriye.

Ez li hemberî wan kiryarên ku min kirine bi serbilindî sekînîme.”

Mehmet Siddik Akiş di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku biryara li ser wî hatiye standin biryareka siyasî ye.

“Çima 4 meh berê, salek berê ez nehatim darizandin?”

Mehmet Siddik Akiş anî ziman, dadgerê ku doz li ser wî vekiriye endamê rêxistina FETOyê bûye û pê de çû:

“Dosyeya ku wan îro kiriye rojev siyasî ye. Çima 4 meh berê, salek berê darizandina min nehat kirin? Gelo çima niha tê kirin?

Ez dizanim ku ev darizandina min siyasî ye. Min heta îro ji bo berjwendiyên gelê xwe her tişt kir û min ji bo gelê me erka xwe bi cih anî. 

Ez serbilind im. Min bihîst ku li ser min îdia û nûçeyên wekî ‘dê bireviya’ hatine amadekirin lê ez qet û qet narevim.

Min çi kiribe ez li dû wan disekinim. Ez li dûv her karekî xwe me.

Di warê siyasî de min wezîfe û erkên li ser milên xwe pêk anîne.

“Ez bi serbilindî li pêşberî we sekinîme”

Min gotiye,  ‘Aştî, xwişk û biratî, wekhevî, azadî û hwd…’ Min hemû jiyana xwe li derdora van peyvan hûnandiye.

Ez dê ji niha şûn ve jî berdewam bikim. Ez ji girtinê û çûna girtîgehê natirsim. Ez bi serbilindî li pêşberî we sekinîme.”

Piştî gotinên Mehmet Siddik Akiş, parêzerên wî jî dest bi axaftinê kir.

Heta niha doz berdewam dike û tê çaverêkirin dadgeh biryara xwe eşkere bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst