Şandeyeke CHPyê li Colemêrgê ye: 'Qeyûm ne yasayî ye'

04-06-2024
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Qeyûm CHP DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke CHPyê piştî biryara danîna qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê çû wî bajarê Bakurê Kurdistanê û li gel berpirsên DEM Partiyê civiya.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê doh bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Her doh Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk li cihê wî wekî qeyûm hat danîn.

Ji doh ve li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tayinkirina qeyûm tê protestokirin. 

Piştî biryarê DEM Partiyê li parêzgehê dest bi xwepêşandanan kiriye û xwepêşandan bi beşdariya berpirs, parlamenter û xelkê Colemêrgê berdewam dikin.

Îro şandeyeke CHPyê bi serokayetiya berdevkê wê partiyê Denîz Yucel ji bo piştevaniya DEM Partiyê çû Colemêrgê.

Şandeya CHPyê li navenda bajarê Colemêrgê, DEM Partî ziyaret kir.

Ew şande  ji aliyê Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û  Keskîn Bayindir û berpirsên partiyê ve hat pêşwazîkirin.

Tulay Hatîmogullariyê ji ber serdanê spasiya şanda CHPyê kir û got:

“Em dikarin bi hev re xwedî li demokrasiyê derkevin.

Eger em hev bigirin wê demê em dikarin li hemberî vê helwesta darbeyê derkevin.

Em ji ber piştevaniyê hem spasiya Serokê Giştî yê CHPyê birêz Ozgur Ozel û hem jî spasiya we dikin.”

“Sîstema qeyûman antîdemokratîk e û ne yasayî ye”

Berdevkê CHPyê Denîz Yucel jî ragihand ku wan wekî nerazîbûn li hemberî biryara danîna qeyûm a ser şaredariyê Colemêrg ziyaret kiriye û got:

“Em ji bo hevgirtina li gel DEM Partiyê li vê derê ne.

Kî rûbirûyî neheqiyê bibe em li wê derê ne. Sîstema qeyûman antîdemokratîk e û ne yasayî ye.”

Yucel herwiha got:

“AKP hîn jî welat bi yasayên serdema darbeya 15ê Tîrmehê hatine çêkirin bi rê ve dibe.

Desthilat hîn jî sûdê ji rehetiya serdema darbeyê dibîne.

Em wekî CHP dê di her warî de li ser hevgirtin û piştevaniyê berdewam bikin.”

Biryar e şandeya CHPyê  biçe serdana parêzgarî û dozgeriya Colemêrgê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst