7 fenomenan danasîna cihên geştyarî yên Colemêrgê kirin

27-06-2023
RÛDAW
Xwezaya Colemêrgê bo bêhnvedanên havîn û cejnê li benda geştyaran e
Xwezaya Colemêrgê bo bêhnvedanên havîn û cejnê li benda geştyaran e
Nîşan Colemêrg Golên Satê Çiyayê Reşko
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgeha Colemêrgê vê demsalê bi xeml û bedewiya golên cemedê yên Satê û Çiyayê Reşko ango Cîlo pêşwaziyê li geştyaran dike û 7 fenomenên medyaya civakî jî bo dema 5 rojan danasîna wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê kirin.

Rêveberiya Çand û Geştiyariya Colmêrgê ji bo nasandina van deverên sirûştî 7 fenomen û navdar ên medyaya civakî vexwendine Colemêrgê.

Ew bo  dema 5 rojan li navçeyên geştyarî yên parêzgehê geriyan. Li ser torên civakî bo şopînerên xwe danasîna wan kirin. Piştî vê pêngavê tîmeke 48 kesî ya geştyaran ji Wanê berê xwe dan wê parêzgehê.

Xwezahez Îdrîs Bal got: “Xweza û hewaya vê derê bi rastî jî bêhampa ye. Cihekî gelek xweşik e. Tu diçî xwarê demsalek cûda. Tu ber bi jor ve diçî demsalek cûda ye.”

Geştyarên Wanê di nav kulîlk û beybûnên geliyê Spînxaneyê de wêneyên bêhempa tomar kirin.Li ser keviyên berfê xwe li ber Sûlava Ava Spî hênik kirin. Bi belemê li ser rûberê Golên  Satê geriyan.

Geştyar daxwaz dikin ew deverên Colemêrgê wek parkek niştimanî bên ragihandin û parastin.

Serokê Komeleya Klûba Geştyarên Xwezayî ya Wanê Omer Demez jî got: “Bi xwezaye xwe cografyayeke hêjayî geştkirinê ye. Werin bibînin û vê cûdahiyê hûn jî bijîn. Ev dever bi giyayên xwe yên xwemalî, pircoriya ajelên xwe û xwezaya xwe divê wek parkeke niştimanî bê ragihandin û parastin. Divê ev dever bên parastin û bi tu awayî seyran neyên kirin û agir neyê pêxistin. Dikarin çadiran vedin, lê nabe destûr bê dayîn agir pêxin.”

Xebatên nasandin û kişandina geştyaran bo xwezaya Colemêrgê berdewam in. Biyar e di 1 û 2ê Tîrmehê de 5emîn festîvala  xwezayî li golên cemedê yên Satê bê saz kirin.

Bo bêhvedanên havîn û cejnê Colemêrg bi xwezaya xwe bedew û ji çar aliyên Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û cîhanê li benda geştyaran e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst