Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hat ragihandin

18-09-2023
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Qedexeya Çalakiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Colemêrgê qedexeya meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana konan û çalakiyên rûniştinê 7 rojan hatin qedexekirin.

Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê dawî li qedexeyên bi hincetên cuda nayê.

Li parêzgeha Colemêrgê qedexeya ku ji sala 2016an ve berdewam e careke din 7 rojan hat dirêjkirin.

Li gor daxuyaniya ku Parêzgariya Colemêrgê belav kiriye, ji 17ê Îlonê heta 23yê Îlonê, 7 rojan hemû çalakiyên wekî xwepêşandan, meş, grev, vedana kon û standan û çalakiyên wiha li wê parêzgehê qedexe ne.

Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku bi armanca "yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgiriya tawanan, parastina maf û azadiyên xelkê" biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Li gorî daxuyaniyê, biryara qedexekirinê çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr hatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst