Li Colemêrgê piştî baraneke gur lehî rabû: 2 hesp ber avê ketin

30-08-2023
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê piştî baraneke gur lehî rabû.

Lehiyê beşeke mal û axurên welatiyan û 2 hespên gundiyan dane ber xwe.

Li gor zanyariyan demjimêrên piştî nîvro li gundê Mûşanê yê navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê piştî baraneke gur lehî rabû.

Lehiyê zerar da xanî û axurên welatiyan û zerar gihande baxçe û darên fêkiyan ên gundiyan.

Herwiha 2 hezar gurz giya jî ji ber lehiyê zerer dît û 2 hespên gundiyan jî ber ava lehiyê ketin.

Li ser agahdarkirinê tîmên îdareya taybet çûn gund û ji bo pakkirina herî û kevirên ku lehiyê anîne nav gund û ser rêya gund dest bi xebatan kir.

Serokê Odeya Çandiniyê ya Geverê Pervîz Geçîrgen jî çû gund û li gund dest bi lêkolînan kir.

“Em dê zerarên cotkaran diyar bikin”

Geçîrgen ragihand ku lehiyê zerareke mezin daye gundê Mûşanê û got:

“Me bi taybetî lêkolîn li ser zeviyên çandiniyê yên cotkarên me kir ku lehiyê zerar daye wan. Axur, baxçe, dar û 2 hezar gurz giya zerar dîtiye.

2 hespên 2 welatiyên me jî ber ava lehiyê ketine û mirar bûne. Em dê zerarên cotkarên xwe diyar bikin û bigihînin aliyên pêwendîdar.”

Şêniyekî gund Îzzetîn Kirmizitaş jî diyar kir ku baranê ji nişka ve dest pê kir û piştre li gundê wan lehî rabû.

Kirmizitaş ragihand ku gundê wan ji ber lehiyê di nav heriyê de maye û ji aliyên pêwendîdar daxwaza piştevaniyê kir.

Ev 2 roj in li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji nişka ve baran dibare. Bi gotina pisporan ji ber ku erd hişk û zuha ye baran di nav erdê de naçe xwarê û dibe sedema lehiyê.

Roja sêşemê li parêzgehên Îdir, Erzîngan û Wanê yên Bakurê Kurdistanê jî piştî baranê lehî rabûbû û zerarên madî gihandibû xelkê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst