Li Qamişlo êrîşa Tirkiyê bo ser gundê Helincê hat şermezarkirin

25-06-2020
RÛDAW
Nîşan Rojava Qamişlo Kobanî Kurdistan Tirkiye
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo û li pêş avahiya ofîsa Netewên Yekgirtî, welatiyan êrîşa Tirkiyê ya li ser gundê Helincê yê herêma Kobanî şermezar kirin.

Roja Çarşemiyê bi dehan kes ji xelkê Qamişlo li pêş avahiya NY kom bûn û bêdengiya civaka navdewletî ya li hember kiryarên Tirkiyê protesto kirin.

Di wê kombûna nerazîbûnê de, dirûşm hatin gotin û wêneyên kesên ku di êrîşa li Kobanî de jiyana xwe ji dest dane, hatibûne hildan.

Xwepêşanderan bi dirûşmên weke “na ji bo bêdengiya navdewletî li hember kiryarên Tirkiyê yên ji bo komkujkirina gelê Kurd” û “qêrîna şehîd û zarokên me dê hesabê we bidin”, nerazîbûna xwe li hember êrîşê û herwiha bêdengiya welatan li hember êrîşa Tirkiyê nîşan dan.

Li aliyekê din, ji bo şermezarkirina êrîşa Tirkiyê ya li ser gundê Helincê, piraniya bajar û bajarokê Rojavayê Kurdistanê, çalakiyên mangirtin (grev) lidar xisitn.

Roja Sêşemê di êrîşeke esmanî ya Tirkiyê de bo ser gundê Helincê li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, malek hatibû bombebarankirin.

Li bajarê Kobanî jî bi sedan kes li nav bajêr kombûn û meşeke nerazîbûnê lidarxistin û êrîşa Tirkiyê ya li ser axa Rojavayê Kurdistanê û kuştina welatiyan protesto kirin.

Derbarê hejmara qurbaniyên wê êrîşê de amarên cuda ji hatine belavkirin, di demekê de ku Berpirsê Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mistefa Balî li ser twittera xwe ragihandiye, 4 welatiyên jin di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane, lê belê Rêveberiya Xweser û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di daxuyaniyên xwe yên şermezarkirinê de, behsa 3 welatiyên jin kirine, ku di êrîşê de canê xwe ji dest dane.

Kesên di êrîşê de canê xwe ji dest dane, endamên Kongreya Star bûne ku rêxistineke jinan a ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve ye û yek ji wan kesan jî beşdareka berxwedana Kobanî, Zehra Berkel e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst