Sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê: Qeleqol û kamera tên danîn

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Herêma Kurdistanê Îran Îraq Mîqdad Mîrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê Mîqdad Mîrî diyar kir ku dê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê qeleqol kamerayên çavdêriyê werin danîn.

Mîqdad Mîrî da zanîn ku karên vekirina rêyan ên hêzên ser sînor ên li parêzgeha Silêmaniyê berdewam dikin.

Mîqdad Mîrî amaje bi wê yekê kir ku ji bilî danîna qeleqolan dê kamerayên çavdêriyê jî li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bên danîn.

Mîqdad Mîrî behsa armanca duristkirina qeleqolan û çêkirina rêyan jî kir û got:

“Ew karên hêzên sînorî ji bo sîstema parêzgariyê ne. Dê qeleqolan û kamerayên çavdêriyê werin danîn.

Ev sîstem bi awayekî mezin bandorê li karê qaçaxiyê û binpêkirina sînoran bike.“

19ê Adara 2023yan Îraq û Îranê peymaneke ewlehiyê îmze kir.

Qasim Erecî û Sekreterê Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî peyman îmze kiribû.

Beşeke peymanê li ser siberoja hêzên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bû.

Komîteya Bilind a Bicihkirina Peymana Ewlehiyê ya Hevbeş a Îraq û Îranê 19ê Îlona 2023yan li ser rêkeftinê wiha gotibû:

“Baregehên komên mixalefeta Îranê yên nêzîkî sînor hemû hatin valakirin û ew ji herêmên sînorî hatine dûrxistin û çekên wan jî ji wan hatine standin.

Her wiha nobedarên sînorî li herêmê hatine bicihkirin û dê ew li herêmê bin û alaya Îraqê jî li herêmê hatiye bilindkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst