Piştî êrîşa li Qamişlo ji Amerîkayê daxuyanî hat

23-06-2023
RÛDAW
Nîşan Rojava Qamişlo Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşa firokeyên bê firokevan li ser Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê weke “metirsîdar û gefa li ser sivîlan” bi nav kir û bang li aliyan kir ku aloziyan nehêlin.

Roja Înê 23ê Hezîrana 2023, Wezareta Derve ya Amerîkayê ji zarê berdevkekî xwe ve bersiva pirsên Rûdawê yên derbarê êrîşa dronên Tirkiyê bo ser bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê da, ku di encamê de Hevseroka Kantona Qamişlo, cîgira wê û şofêrê wê canên xwe ji dest dan. Berdevkek li ser navê Wezareta Derve ya Amerîkayê got: “Em bi berdewamî li dijî her kiryareke leşkerî ne ku rewşa Sûriyê aloz bike û îstiqrar nehêle.”

Roja 20ê Hezîrana 2023yan, dronekê ootmobîlek li gundekî ser bi bajarokê Tirbespiyê yê li rojhilatê bajarê Qamişlo kir armanc, ku di encama êrîşê de Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwîş, Cîgira wê Lemyan Şwêyş û şofêrê otomobîlê canên xwe ji dest dan. Di êrîşê de Hevserokê Kantona Qamişlo Gabî Şamûn jî birîndar bibû.

Derbarê êrîşê de, Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje: “Ev zêdebûna aloziyê ya li Sûriyê û li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê xeter e û ewlehiya sivîlan dixe xeterê. Me hemû alî teşwîq kirin ku yekser aloziyan nehêlin.”

Ev yek di demekê de ye ku her îro 23ê Hezîranê ajansa fermî ya Tirkiyê belav kiriye, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Endamê Konseya Rêveber a PKKê Abdurrahman Çadircî bi navê kod "Esad Feraşîn" hatiye armanckirin û di êrîşê de wî berpirsê PKKê jiyana xwe ji dest daye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst