Mazlûm Ebdî: Divê pirsgirêkên Sûriyeyê bi rêya siyasî werin çareserkirin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mazlûm Ebdî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDyê destnîşan kir ku divê pirsgirêkên Sûriyeyê bi rêyeke siyasî werin çareserklirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi fermandarên hêzên bi navê Ceyş El-Suwar û Hêzên Demokratîk ên Bakur re civiya.

Mazlûm Ebdî tekezî li ser wê yekê kir ku divê krîza Sûriyeyê bi lihevkirineke siyasî çareser bibe û hêzên niştimanî û demokrat bi diyalogê krîzê çareser bikin.

Di hevdîtinê de Mazlûm Ebdî bal kişand ser rewşa Idlibê ku gelek kes piştî êrişên Tirkiyeyê û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê ji wir koçber bûne.

Mazlûm Ebdî amadebûna xwe ya diyaloga bi hemû aliyan re nîşan da.

Di dawiya civînê de fermandar û endamên Ceyş El-Suwar û Hêzên Demokratîk ên Bakur raporên xwe yên xebatê pêşkêşî Fermandariya Giştî ya HSDyê kirin.

Ceyş El-Suwar û Hêzên Demokratîk ên Bakur amadekariya xwe ya ji bo parastina herêmê ya li hemberî êrişan nîşan da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst