Tirkiyê otomobîlek li Tirbespiyê kir armanc

20-06-2023
RÛDAW
Nîşan Rojava Tirbespî Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyê îro li gundekî ser bi Tirbespiyê ve otomobîleke kadroyên Rêveberiya Xweser kir armanc û li gor zanyariyan di êrîşê de kuştî û birîndar hene.

Îro droneke Artêşa Tirkiyê otomobîlek li ser rêya her du gundên Til Şeîr û Beyandorê yên ser bi Tirbespiyê ve bombebaran kir.

Li gorî agahiyên destpêkê, otomobîla ku hatiye armanckirin a Rêveberiya Xweser bûye û di encama êrîşê de kuştî û birîndar hene.

Ciwanekî xelkî gundê Beyandorê yê bi navê D. Z.  ku şahidê kêliya êrîşê û armanckirina wê otomobîlê bûye, ji Rûdawê re ragihand, “Balafireke bê firokevan a Tirkiyê otomobîleke ji curê KIA li ser rêya gundên Til Şeîr û Beyandorê kir armanc.”

Bi gotina wî şahidî, “dronê 3 roket avêtin otomobîlê, ya yekem li nav zeviyeke çandiniyê ket, ya duyem li nêzî otomobîlê ket û ya sêyem li otomobîlê bixwe ket.”

Heman çavkaniyê navhatî diyar kir, êrîş derdora demjimêr 11:30 xûlekan pêk hat û got, “di êrîşê de 3 jin hatine kuştin û şofêrê otomobîlê jî birîndar bûye.”

Derbarê êrîşê de Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihandiye, otomobîleke Rêveberiya Xweser li ser rêya gundê Til Şeîr ê ser bi bajarê Qamişlo ve ji aliyê droneke Tirkiyê ve hat armanckirin û “di encamê de 3 kadroyên Rêveberiya Xweser hatin kuştin ku di nava wan de kesekî berpirs heye.”

Medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve jî belav kiriye, artêşa Tirkiyê îro du caran gundê Til Şeîrê bombebaran kir û di encamê de hejmarek kes birîndar bûne.

Di 10ê Hezîranê de jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihandibû,di êrîşeke Tirkiyê li Helebê 3 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane û 2 şervan jî birîndar bûne.

Di wan demên dawî de êrîşên Tirkiyê bo ser navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de gelek zêde bûne.

Beriya çend rojan hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve bi dijwarî êrîşî herêmên Minbic û Şehbayê kiribûn. Li gor Encûmena Leşkerî ya Minbicê ya ser bi Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) ve di wan êrîşan de 6 şervanên wan canên xwe ji dest dane û 4 şervan jî birîndar bûne, herwiha hejmarek welatiyên sivîl ên herêmê jî hatine kuştin û birîndarkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst