Profesorê Kurd di lîsteya zanyarên herî bibandor ên cîhanê de cih girt

6 demjimêr berê
RÛDAW
Prof. Dr. Azîz Berzincî
Prof. Dr. Azîz Berzincî
Nîşan Prof. Dr. Azîz Berzincî Zanîngeha Stanford a Amerîkayê UNICEF
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mamosteyê Kurd Prof. Dr. Azîz Berzincî di lîsteya akademîsyenên herî bibandor ên Zanîngeha Stanfordê ya Amerîkayê de cih girt.

Akademîsyenê Zanîngeha Soranê Prof. Dr. Azîz Berzincî bû mêvanê bernameya Hîwa Cemal û behsa serkeftina xwe kir.

Prof. Dr. Azîz Berzincî behsa xebatên xwe kir û got:

“Li gorî amarên UNICEFê li cîhanê 10 milyon lêkolîner hene. Ji sedî 2yê wan 200 hezar kes in û ez jî di nava van 200 hezar kesî de me.”

Prof. Dr. Azîz Berzincî diyar kir ku ji bo vê sernavê serlêdan nehatiye kirin û zanyar li gorî amarên profîlên Google Scholar hatine hilbijartin.

Li gorî gotina Dr. Azîz Berzincî ew zanyar û pisporên hatine hilbijartin divê bi zanistên pratîkî re mijûl bibin û lêkolînên ku ew dikin di xizmeta civakê de bin.

Dr. Azîz Berzincî amaje wê yekê kir ku bi rêya nanoteknolojiyê partîkulên nû çêdikin û tevî tîmekê bihêz bi hin rêbazan hewl didin nexweşên penceşêrê derman bikin.

Li gorî gotina Dr. Azîz Berzincî ew partîkulên ku ew çêdikin tenê bi şaneyên penceşêrê re şer dikin û zererê nadin şaneyên saxlem ên bedena mirovan.

Dr. Azîz Berzincî diyar kir ku tîma wî tekane tîm e ku ji nebatan partîkulan diafirîne û wan li dijî penceşêrê bi kar tîne.

Li gorî amarên ku hatine belavkirin, xebatên Berzincî 2 hezar û 375 caran ji aliyê cîhana akademîk ve hatine nirxandin.

Wekî din, 27 lêkolînên wî yên li ser penceşêr û nanoteknolojiyê li çaraliyê cîhanê wekî çavkanî hatine bikaranîn.

Prof. Dr. Azîz Berzincî derbarê lîsteyê de li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha got:

“Tevî hemû astengî û zehmetiyan, spas ji Xwedê re ku Zanîngeha Stanfordê îsal ez xistim nav lîsteya ji sedî 2yê zanyarên cîhanê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst