Li Bedlîsê barana gur: Lehiyê zerera madî li pey xwe hişt

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêleke baranê Bakurê Kurdistanê daye ber xwe.

Bi taybetî li parêzgehên Serhedê baraneke zêde dibare.

Li Bedlîs û navçeyên wê piştî baraneke gur lehî rabû.

Ji ber lehiyê rêya sereke ya navçeyên Xelat û Elcewazê hat girtin.

Li bajarokê Golbaşiyê yê Norşînê jî piştî baranê lehî rabû û cok û rûbar di ser re çûn.

Şaredarê Golbaşiyê Hîkmet Kardaş got:

“Lehiya ku li Golbaşiyê çêbûye 2 taxên me dane ber xwe.

Em zehmetiyan dikişînin, hêla avê ya bajarokê ji sedî 90 xitimiye.”

Lehiyê bi taybetî li taxa Yeşîlliyê ya bajarokê Golbaşiyê zerereke zêde ya madî li pey xwe hişt.

Xanî, zeviyên çandiniyê û axûrên welatiyan di bin avê de man.

“Tiştekî min nemaye”

Welatî Bakî Kardaş jî li ser rewşa xwe got:

“Mala min di bin avê de ma. Ajelên min di hundir de bûn û ji nav çûn.

Zerera min a madî gelekî zêde ye. Tiştekî min ê zivistanê nemaye.

Ev 2 car in ez mexdûr dibim û dixwazim ev mexdûriyeta min were dîtin.”

Ji bilî Bedlîsê li parêzgehên Erzirom û Wanê jî baraneke gur bariya.

Li navçeya Ebexê ya Wanê piştî baranê derdora nîv saetê teyrok bariya.

Teyrokê erd spî kir û zerer gihand berhemên çandiniyê.

Li Çiyayê Şûşanisê yê ku di nav sînorên navçeya Rêya Armûşê ya Wanê de ye û bilindahiya wî 3 hezar metre ye berf bariya.

Her sal mehên zivistanê berf li çiyê dibare lê îsal zû bariya û ji niha ve lûtke spî kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst