Bedran Çiya Kurd: Dixwazin Rêveberiya Xweser têk bibin

23-06-2023
RÛDAW
Nîşan Rojava Bedran Çiya Kurd Civînên Astanayê Rûsya Tirkiye Sûriye Kurd Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, Bedran Çiya Kurd got, ew daxuyaniya civînên Astanayê bi temamî red dikin, ji ber ku armanca wan civînan têkbirina Rêveberiya Xweser û dijayetiya mafê gelê Kurd e li Sûriyê.

Bedran Çiya Kurd diyar kir, civînên Astanayê li dijî Rêveberiya Xweser tên lidarxistin û got, ew daxuyaniya civîna herî dawî ya li Astanayê red dikin. Bi gotina Bedra Çiya Kurd, armanca civînên Astanayê, dijayetiya mafên Kurdan û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ye.

Bedran Çiya Kurd, hincetên Tirkiyê yên ku dibêje metirsî li ser ewlehiya wê ya niştimanî heye, red kir û got, ew li ser asayîşa niştimanî ya Tirkiyê metirsiyê çênakin û divê baş were zanîn ku Tirkiyê beşek ji axa Sûriyê dagîr kiriye.

Wî berpirsê Rêveberiya Xweser herwiha da xuyakirin, wan ji bo parastina xwe çek hilgirtine û tekez kir, ew şerê terorê dikin û cîhanê ji terorê diparêzin.

Berpirsê Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Tirkiyê wek gef û xetereke mezin li ser asayîşa niştimanî ya Sûriyê bi nav dike û dibêje, Tirkiyê di nava axa Sûriyê de zimanê xwe sepandiye û dest bi Tirkkirina herêmê kiriye û guhertina demografîk li herêmê çêdike.

Di rojên 14 û 15ê Hezîranê de bi beşdariya cîgirên wezîrên derve yên her çar welatên Rûsya, Tirkiye- Sûriye û Îranê gereke din a civînên Astanayê hatibû lidarxistin.

Berpirsên Rûsyayê ragihandibûn ku ew di civînên dawiyê de li ser asayîkirina peywendiyên Tirkiyê û Sûriyê dixebitin.

Di daxuyaniya dawiya civînên vê carê de jî her çar welatan careke din tekezî li ser dijayetiya projeya parçekirina Sûriyê kirin, wek amajeyek bi Rêveberiya Xwesr a ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîkhail Bogdanov beriya çend rojan ragihandibû, Amerîka li bakur rojhilatê Sûriyê ku çavkaniyên enerjiyê û xorakê yên Sûriyê li wê herêmê ne, nîvdewletek ava kiriye û gotibû, Moskow li dijî wê yekê ye.

Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê yê bo Sûriyê, Alexander Lavrentiev piştî civînên Astanayê ragihandiye, Sûriyê, Tirkiyê û Îran li ser nexşeriya ku Rûsyayê ji bo asayîkirina pêwendiyên Şam û Enqerê pêşkêş kiriye, li hev kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst