Di navbera Komele û hêzên Îranê de şer: Pêşmergeyekî canê xwe ji dest da

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Komele Rojhilatê Kurdistanê Merîwan Îran Supaya Pasdarên Îranê
A+ A-

-Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê di navbera komeke Pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê (Komele) û hêzên ewlehiyê yên Îranê de şer derket û fermandarekî Komeleyê canê xwe ji dest da. 

Li gorî zanyariyan li herêma Pîranekonê ya Merîwanê serê sibehê şer di navbera komeke Pêşmergeyên Komeleyê û hêzên nobedarên sînor ên Îranê de derketiye.

Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê li ser şer daxuyaniyek belav kir.

Komeleyê diyar kir ku di wî şerî de Endamê Komîteya Navendî û Berpirsê Komîsyona Leşkerî ya Komeleyê Rêbiwar Kerîmiyan canê xwe ji dest daye. 

Li gorî zanyariyan şerê Pêşmergeyan û hêzên Îranê heta piştî nîvrojê berdewam kiriye û hêzên Îranê herêm topbaran kirine.

Fermandarê nobedarên sînor ên Îranê Ehmed Guderizî jî li ser şer daxuyaniyek belav kir.

Ehmed Guhderizî da zanîn ku şer di navbera nobedarên sînor û Pêşmergeyan de derketiye û Pêşmergeyê Komeleyê Rêbiwar Kerîmiyan canê xwe ji dest daye û çend Pêşmerge jî birîndar bûne.

Li gorî gotina Ehmed Guderizî nobedarekî sînor ê Îranê jî birîndar bûye û tenduristiya wî baş e.

Rêbiwar Kerîmiyan sala 1980yan li gundê Darsêranê yê Merîwanê ji dayik bûye û sala 2001î jî bûye Pêşmergeyê Komeleyê.

Her wiha piştî demekê bûye Endamê Komîteya Navendî û Berpirsê Komîsyona Leşkerî ya Komeleyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst