Birayê Ocalan: Bila kes kesî nexapîne

16 demjimêr berê
Nîşan Mehmet Ocalan Abdullah Ocalan Bahçelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mehmet Ocalanê birayê Abdullah Ocalan, li ser gotinên Bahçelî got, “Ez hêvî dikim ji bo her kesî tiştên baş çêbibin, bila kes kesî nexapîne.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got, "Bila Ocalan were li parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna DEM Partiyê de biaxive."

Gotinên Bahçelî ji doh ve mijara sereke ya rojevê ne. Hinek alî, bi taybetî jî nijadperestên Tirk bertekên tund nîşan didin û hinek alî jî van gotinan bi awayekî erênî dinirxînin.

“Bila kes kesî nexapîne”

Mehmet Ocalan jî li ser mijarê ji Odatvyê re axivî û got:

“Ev du hefte ne ku Bahçelî vê mijarê tîne holê. Ez nizanim bê ma dê çi bibe. Ev hêvî dikin tiştên baş çêbibin. Erê, Bahçelî diaxive, axaftina wî baş e.

Lê ev 4 sal in ku Abdullah Ocalan di tecrîdê de ye û dengê wî dernakeve.

Pêwendiya wî bi parêzeran re nîne, dibe ku li giravê (Îmarali) diaxive, em nizanin.

Ez hêvî dikim ji bo her kesî tiştên baş çêbibin, bila kes kesî nexapîne.

Heke aştiyeke xweş a bi awayekî demokratîk çêbibe em dê kêfxweş bibin. Ne xuya ye bê dê çi bibe.

Qet haya me ji Îmraliyê nîne. 4 sal qediyan, dibe sala 5an. Bi gumana min haya dewletê jê heye. Haya parêzeran û malbatê jê nîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst