Ozgur Ozel: Ez dewletê teklîfî Kurdan dikim

Duh li 02:56
Nîşan Ozgur Ozel Bahçelî Ocalan Kurd Dewlet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel bersiv da banga Bahçelî ya ji bo Ocalan û got, “Devlet Beg, ez jî dewletê teklîfî Kurdan dikim.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got ku bila Ocalan were li parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna DEM Partiyê de biaxive.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê bersiv da Bahçelî û got, “Tecdîrê rakin û bila Birêz Ocalan biaxive.”

“Devlet Beg, ez jî dewletê teklîfî Kurdan dikim”

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî di civîna koma partiya xwe de got:

“Devlet Beg, ez jî dewletê teklîfî Kurdan dikim.

Ez ji wan Kurdên ku xwe aidî dewletê nabînin re dibêjim bila werin bibin xwediyê Komara Tirkiyeyê.

Em Kurdan bikin xwediyên komareke Tirkiyeyê ku xwe wekî ‘yên din’ nabînin, rêyên siyaseta demokratîk vekirî bin, li zanîngehan mafên xwendekaran nayên xwarin û mafên demokratîk li gorî standardên cîhanî bin.

Em wekî partiya damezirîner li vê derê ne, em teklîf dikin ku em her tiştî bi hev re bikin.

Kerem bikin, va ye meydan.”

“Em piştevaniya her pêngava ji bo çareseriyê dikin”

Ozgur Ozel her wiha amaje bi wê yekê kir ku eger şer were rawestandin ew wekî CHPyê amade ne piştgiriya her hewlê bikin û got:

“Birêz Devlet gelek caran ji gotin û sozên xwe vedigere. Daxuyaniya Bahçelî ya parlementoyê dihêle derve.

Tişta ku were kirin divê ew li parlamentoyê bê kirin. Bê lihevkirineke tam a civakî encamek dernakeve.

Eger ku dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe, divê li ser maseyek ku hemû alî tê de bin, bê nîqaşkirin.

Ev plan li şûna çareserkirina pirsgirêka Tirkiyeyê wekî plana çareseriya Recep Tayyîp Erdogan xuya dike û lewma jî bêhneke pîs jê tê.

Pirsgirêkên Kurdan bêyî ku li gorî Destûra Bingehîn were çareserkirin, hûn nikarin vê pirsgirêkê li gorî kesekî çareser bikin.

Em girîngiyê didin her pêngava ku ji bo lihevhatina 86 mîlyon mirovan tê avêtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst