Kişanakê roj diyar kir: ‘Belkî em dengê Birêz Ocalan bibihîzin’

13 demjimêr berê
Nîşan Gultan Kişanak Ocalan Deng
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Gultan Kişanakê got, “Dibe ku em 29ê Çiriya Pêşîn dengê Birêz Ocalan bibihîzin.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got, "Bila Ocalan were li parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna DEM Partiyê de biaxive."

Gotinên Bahçelî ji doh ve mijara sereke ya rojevê ne.

Hinek alî, bi taybetî jî nijadperestên Tirk bertekên tund nîşan didin û hinek alî jî van gotinan bi awayekî erênî dinirxînin.

Hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û parlamentera berê HDPyê Gultan Kişanak jî li ser mijarê axivî.

“Dibe ku em dengê Birêz Ocalan bibihîzin”

Gultan Kişanakê amaje bi 29ê Çiriya Pêşîn kir ku wê rojê Komara Tirkiyeyê hatiye îlankirin û got:

“Her kes gotinan li hev zêde dike, ka ez jî gotinekê li yên wan zêde bikim.

Lê dixwazim em dest bidin destê hev û nirxan zêde bikin, ne ku ez hema tiştan ji xelkê bixwazim.

Vê dema ku hinek ketine rikeberiya lihevzêdekirina gotinan dibe ku em bi wesîleya 29ê Çiriya pêşîn salvegera îlankirina komarê dengê Birêz Ocalan bibihîzin.

Bi ya min dema gotinan li hev zêde dikin bila ji bo vê amadehiyê bikin. Ez bangî xwediyên van gotinan dikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst