Erişa li Enqereyê: Nasnameyên 5 kesan hatin eşkerekirin

1 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Erişa li Enqereyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nasnameyên 5 kesên ku di êrişa çekdarî ya li Enqereyê de hatine kuştin hatin ragihandin.

Li navçeya Kahramankazanê ya parêzgeha Enqereyê li Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewayê ya Tirkan (TUSAŞ) êrişeke çekdarî hat kirin û piştî wê dengê teqînan hat bihîstin.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di êrişa çekdarî de 5 kes hatine kuştin û 22 kes jî birîndar bûne.

Alî Yerlîkaya her wiha da zanîn ku 2 êrişkar jî hatine kuştin.

Hat ragihandin ku karmendê kontrola kalîteyê ya TUSAŞê Cengîz Coşkun, Endazyarê Makîneyê Zahîde Guçlu, karmendê TUSAŞê Hasan Huseyîn Canbaz, karmendê ewlehiyê Atakan Şahîn Erdogan û ajokarê taksiyê Murat Arslan ji aliyê êrişkaran ve hatine kuştin.

22 kesên ku di êrişê de birîndar bûbûn li nexweşxaneyên cuda tên dermankirin.

Li aliyê din, êrişkaran piştî ku li navenda navçeya Kahramankazanê li taksiya Murat Arslan siwar bûn piştî demekê ew kuşt û termê wî di bagajê de veşart.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler bêyî ku rasterast bibêje "PKKyê kiriye" anî ziman:

“Em her carê cezayê ku heq dikin didin wan lê ew qet nayên ser hişê xwe.

Tişta ku ez her tim dibêjim ez dubare dikim, heta terorîstê dawî neyê jinavbirin em dê dev ji wan bernedin û em dê êşa tiştên ku hatine kirin ji wan derxin. Dê her kes vê yekê bibîne.”

PKKyê heta niha li ser êrişê ti daxuyanî nedane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst